Piştî ku mizgeft li naverasta Hilweşîna Bajêr ma...

Qeymeqam Erdîşê jî ji cemeatê re got, ‘’Ez ê rêyekê ji we re vekim. Lê îro sibe heke li qada înşeatê qedayek bi serê we de were ez berpirsyariyê qebûl nakim.’’

Li Navçeya Erdîşê ya Wanê rêyên ku bi ser Mizgeftê de diçûn hatin girtin, ku mizgeft li naverasta projeya Veguherîna Bajêr diket. Ji ber sedema dîwarên betonî û têlên direhî yên li dor mizgeftê piştî ku mirov 500 metroyî dimeşe mirov dikare bigihije mizgeftê.

Li Tirkiyê her çend bi navê xwe ‘Projeyên Veguherîna Bajêr’ hebin jî di pratîkê de yên ku hene Projeyên Hilweşînê yên Bajêr in û ev proje gefê li bajaran dixwin. Ev proje ne tenê li ser qadên darî her wiha bandora neyênî li hemû qadên jiyanê dikein.

Herî dawî tiştên ku li Erdîşê bûyin bi zelalî vê nîşan dide. Mizgefta herî mezin a Erdîşê Karayusuf Paşa Camî li naverasta Projeya Hilweşînê ya Bajêr ma. Cemeat ji bo ku bi qutebirî biçe mizgeftê divê li dor têlên direhî û dîwaran bizîvire. Ên ku bi rêya normal dixwazin biçin mizgeftê rêya 500 metreyî bi kar tînin.

Vê rewşê jî kir ku cemeat zêde tengezar bibe. Cemet li ser vê rewşê bi Qeymeqam re axivîn. Qeymeqam jî ji cemeatê re gotiye, ‘’Ez ê rêyekê ji we re vekim. Lê îro sibe heke li qada înşeatê qedayek bi serê we de were ez berpirsyariyê qebûl nakim.’’

Karayusuf Paşa Camî ku li taxa Camî Kebîr dimîne, 2011’an piştî ku di erdhejê de hilweşiyabû dîsa hate çêkirin. Kolan û înşeata li dor mizgeftê jî bi hemû lez û bezê didome. Li dor mizgeftê jî ji hêla TOKI’yê ve, kargeh û avahî têne çêkirin.