Piştî 8 rojan biryara nepenîtiyê danî ser dosyaya Mûharrem Aksem!

Di dosyaya Mûharrem Aksem ku cenazeyê wî li cihê guleberdanê ya polîsan hatibû dîtin, piştî bûyerê 8 roj û şûn de bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Rihayê biryara nepenîtiyê hat dayîn.

Cenazeyê ciwanê 16 salî Muharrem Aksem di 24’ê Adarê de li Taxa Mîcît a navçeya navendî ya Eyûbiye ya Rihayê, li qada polîsên tevgera taybet mirî hatibû ditîn.

Di rapora destpêkê ya otopsiyê ya der barê mirina Aksem de hat amadekirin de, ji bedena wî 12 perçeyên metal hatin derxistin û hin lebetên laşê wî nehatibû dîtin.

Parêzerên malbatê ji dozgeriyê xwestin ku li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin, qad were girtin, li bedena Aksem bermahiyên gulebaranê hene, di roja bûyerê de cureya cebilxaneya ku di perwerdeyê de hatiye bikaranîn, nimûneya qeyda perwerdeyê û wêneyê karên otopsiyê ji dozgeriyê xwest. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li ser daxwazê ​​ji 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê xwest ku dosyayê sînordar bike.

Lê ji ber ku di dosyayê de gumanbar tunebû daxwaza dadger ev daxwaz red kir.

Li ser vê yekê dozgeriyê ji ber "lêpirsîna ku di der barê gumanbarên ku ji sûcê kuştina bi zanebûn qeydkirî de hatine kirin" de, xwest ku sînor bê danîn. Dozgeriyê di daxwaza xwe de îdia kir ku lêkolînkirina agahî û belgeyên naveroka dosyayê di çarçoveya lêpirsînê de dibe ku meşandina lêpirsînê bixe xeterê.

Dadweriya Ceza ya Sulhê, daxwaza sînordarkirinê qebûl kir.

Parêzerên malbatê wê biryara sînordarkirinê îtiraz bikin.