Piştî 4 mehan cenazeyên zarokên xwe definkirin

Malbata gerîlayê HPG'ê Lezgîn Teber ê ku li gundê Xerabê Baba jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 meha cenazeyê kurê xwe girt.


Cenazeyê gerilayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Lezgîn Teber (Nisêbîn Roj) ê ku di qedexeya derketina kolanan a gundê Xerabê Baba yê navçeya Nisêbînê  de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 meha dan malbata wî. Piştî qedexeyê cenaze li gortistana bêkesan a Mêrdînê hatibû definkirin. Malbata Teber xwîn ji bo testa DNA'yê da Tiba Edlî û piştî 4 mehan cenazeyê kurê xwe wergirtin.

Malbatê îro cenazeyê kurê xwe ji goristana bêkesan girt û li cihê jê dayîkbûyê, li navçeya Hezex a Mêrdînê hat veşartin.