Piştgiriya endamên TJA’yê ya ji bo çalakiya nobedê hate astengkir

Endamên TJA’yê yên ku xwestin piştgirî bidin çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê ya HPD’yiyan lidar xisiteye, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Endamên TJA’yê yên ku dixwestin piştgiriyê bidin çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Parka Ekîn Ceran lidar xistiye, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Di encama hevdîtinên hatin kirin de rê nehat dayîn, li ser vê yekê Berdevka TJA’yê Fatma Kaşan daxuyanî da, diyar kir ku dorpêça li ser parkê dide yek ji wêneyê rewşa Tirkiyeyê dide nîşandan.

Kaşan a ku destnîşan kir ku neçareseriya di pirsgirêka Kurd de mekanîzmeya darbeyê xiste tevgerê û got: “Eger ku Tirkiye dixwaze siberojekê ava bike divê hemû hêzên demokrasî ji bo çareseriyekî demokratîk a pirsgirêka Kurd bikeve nava hewldanan.”

Kaşan, destnîşan kir ku weke tevgera jin destekê didin nobeda ku wekîlan daye destpêkirin, têkildarî nobedê baga hestyariyê li raya giştî kir.

Piştî kaşan, Parlemetera HDP’ê ya Agirî û Berdevak Meclîsê ya Jinê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û ji bo serdana TJA’yê spasî kir.

Piştre endamên TJA’yê biç epik û tilîliyan ji parkê veqetiyan.