Pirtûka li ser fermandar Adil: Duelloya Pîrozî û Lanetê

Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de gelek fermandar rabûne. Yek ji van fermandaran jî Adil Bilîka ye. Rêhevalê wî Îskan Amed ji me re qala şertên wê demê û qala pirtûka xwe ya bi navê ‘Duelloya Pîrozî û Lanetê’ kir.

Di têkoşîna gelan de gelek fermandar bûne efsane. Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jî gelek fermandar rabûne û navê xwe li dîrokê nivîsandine. Yek ji van fermandaran jî Adil Bilîka ye. Rêhevalî wî Îskan Amed di pirtûka bi navê ‘Duelloya Pîrozî û Lanetê’ qala Botanê dike ya ku fermandar Adil tê de gihaye.

Îskan Amed derbarê eleqeya gerîlayan a ji bo wêjeyê dibêje ku “Ji bo gerîla jiyan bi xwe wêje ye. Ji ber vê jî gerîla di nav wêjeyê de ye. Ji ber ku gerîla di nav têkoşîneke destanwerî de ye. Tenê gerîla dikare xwe îfade bike û binivîse. Ev nayê wateya ku kesên ji derve nikarin qala gerîlayan bikin an jî li ser wan binivîse. Ji xeynî me jî gelek kes hene ku dikare gerîla watedar bikin.”

Îskan Amed ji bo pêdiviya nivîsandina vê pirtûkê dibêje ku “Beşeke zêde ya pirtûkê, em tê de jiyane, em bûne şahidê zeman û mekan û mirovan. Ji ber ku jiyana her yek ji wan dikare bibe roman û her yek çîrokeke xwe ya cihê heye. Ev qehreman navê wan cihê ye lê armanca wan yek e. Rêya wan yek e lê jiyana ku jê hatine û çanda tê de mezin bûne, ji hev cihêtir e. Em dikarin vî tiştî bibêjin ku, mirov di nav wan qehremanan de bibîne û wan nenivîse, wê ev tişt li hemberî dîrokê bibe fediyeke mezin. Ji ber vê jî nivîsandin ji bo me deynek. Ji bo tiştên ku me dîtine û em bûne şahidê wê û ji bo hevalên me neyên jibîrkirin, min dest bi xebateke wisa kir. Yek ji qehremanê pirtûkê heval Adil di sohbetan de û dema qala bîranînên berê dikir, her dem qala van girîngiya van xebatan dikir. Gerîla hêzeke pêşeng a gelê Kurd e. Çawa jiya, fikra wan çi ye û çawa şer kirin, divê ev tişt ji aliyê gel were zanîn. Me jî xebateke wisa ji xwe re kir bingeh.”

Amed li ser navê pirtûkê jî dibêje ku “Navê pirtûkê Duelloya Pîrozî û Lanetê ye. Şer bi xwe dueloyek e û her aliyê şer xwe pîroz dibîne. Lê di bingeha xwe de ne wisa ye, kesên wekî Erdogan ji bo domandina desthilatdariya xwe şer dikin û wekî nûnerên lanetê derdikevin holê. Bi êşkence û qirkirinê, ji bo domandina serweriya xwe her cure hovîtiyê dikin. Ji ber vê jî naletê temsîl dikin. Li hemberî vê naletê gerîlayên Kurd bi qehremanî li ber xwe didin. Berdêlên mezin hatin dayîn. Ev têkoşîn çawa dibe tiştekî pîroz, divê ev tişt jî were dîtin. Ji bo nasname, ziman û nirxên xwe yên mirovayetiyê têkoşînek tê kirin. Hê jî hebûn û zimanê me nayê qebûlkirin. Gelo ma têkoşîna li dijî vê qirkirinê ne pîroz e? Di nava pirtûkê de me li ser bingeha ku navenda wê Kurd e, qala çîroka Hazretî Nûh kiriye, ê ku ji bo mirovayetiyê ji naletê biparêze keştiya xwe biriye Cûdiyê. Di heman demê de Rêber Apo jî gelê Kurd biriye Cûdiyê û li dijî naleta dewleta Tirk şerê pîroz kiriye. Vê têkoşîna Rêber Apo ya li dijî pergala kapîtalîst pîroz e. Bêguman têkoşîneke din jî heye. Li Botanê şivanekî 13-14 salî di sala 1987’an de bi kanûna leşkerî dibe gerîla û piştre ew ciwan di nava şer de dibe fermandarekî mezin. Rêheval Adil ê ku di nava demeke kurt de bûye fermandar û li hemberî dewleta Tirk çalakiyên mezin kiriye, bi navekî wisa me dikaribû qala têkoşîna wî bikira. Ev pirtûk jî di nav şertên şer de hatiye nivîsandin. Di bomberdûman 24’ê Tîrmehê de min nivîsand. Yek ji watedarbûna vê pirtûkê ev e ku di nav şer û dijwariyan de hatiye nivîsandin. Di heman demê de tiştên di pratîka me ya gerîlatiyê de û tiştên ku li Gabarê hatine serê me (Di jiyana gerîlayan de hin bîranîn tu carî nayên jibîrkirin) me xwest em ji civakê re ragihînin.”

Îskan Amed diyar dike ku cara pêşîn di sala 2003’an de wî fermandar Adil nas kiriye û dibêje ku “Wê demê ew fermandarê Zagrosê bû. Piştre li hin cihên din me hev dît. Mutewazîbûn û germbûna wî, bandoreke mezin li ser min hişt. Piştre di sala 2004’an de em li ba hev man. Beriya ku ez wî nas bikim jî min qehremanî û şervantiya wî bihîstibû. Di sala 2006’an de em derbasî qada Botanê bûn. Em çûn warê Egîd. Di wê pêvajoyê de min him xebatên çapemeniyê û him jî xebatên mûhabereyê yên heval Adil dimeşand. Ji ber ku ez her dem li ba wî bîm, firsenda min çêbû ku ez wî baş nas bilin. Gelekî girîng e ku mirov wî fêm bike û nas bike. Fermandar Adil 21 salan bênavber li dijî dijmin bi qehremanî şer kir. Performansa şer a heval Adil belkî di dîrokê de ji aliyê tu fermandaran nehatiye kirin. Di dîrokê de qala Îskender û Napolyon tê kirin lê hêza wan û dijmin wekî hev e. Têkoşîna wan ne ji bo mirovayetî, demokrasî û azadiyê ye. Lê Che Gûevera, heval Egîd û heval Adil kesayetiyên dîrokî ne, yên ku nirxên mirovayetiyê li ser pêyan dihêlin. Heta dema ku heval Adil şehîd bû, em bi hev re man.”

Îskan Amed diyar dike ku gerîla tê wateya Botanê û dibêje ku “Ji ber ku cihê ku gerîla lê pêş ketiye, Botan e. Botan ji ber ku 3 parçeyên Kurdistanê tîne ba hev, cihekî stratejîk e. Ne cihê tesadufê ye ku, şerê gerîla li Botanê dest pê kiriye. Gerîla ji ber erdnîgarî û welatparêziya wê li Botanê baş bi cih bûye û ji wê rojê heta niha gelek qehreman gihandiye”

Îskan Amed qala xebatên xwe yên dema pêş kir û got ku “Pirtûka Duelloya Pîrozî û Lanetê ji aliyê Weşanên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hate weşandin. Em hêvîdar in wê bigihêje gelê me. Ji xeynî vêya li ser dîroka şer a Botanê jî xebatekê dikim. Me têkoşîna gerîla ya li Botanê ya di navbera salên 1980 û 1989’an di du cîldan de amade kir. Heke astengiyek dernekeve, ez ê dîroka şer a di navbera salên 1990 û 1999’an jî binivîsim. Ev xebateke demdirêj e û ez ê hewl bidim qala kakilê dîrokê û heqîqetê bikim. Herçiqas ez ê nikaribim qala hemû tiştî bikim jî ev xebat ji bo mirovbûn, milîtanbûn û berpirsyariya jiyana di nav felsefeya îdeolojiya Rêber Apo de ye.”