Pîrînççîoglû: YSK ketiye bin sêwana AKP’ê

Hevşaredarê Peyasê Necatî Pîrînççîoglu diyar kir ku biryara YSK'ê ya têkildarî biryarnameyan wê civakê bişikîne û got: "YSK bi vê biryarê tam ketiye dibin sêwana AKP’ê û ji saziya serbixwe derketiye.”

Desteya Hilbijartina Bilind (YSK), biryar da ku Namzetên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de hatine dûrxistin û piştî bûn Hevşaredar, Endamên Meclîsa Şaredariyê û Meclîsa Bajar mazbata nedin wan. Bertek û nerazibûnên li dijî biryara YSK'ê berdewam dikin. Yek ji kesên ku di Hilbijartina 31'ê Adarê de bû namzet û niha YSK mafê wê nade wî Hevşaredarê Peyasê Necati Pîrînççîoglu ye.

Hevşaredarê navçeya Peyasa Amedê Necati Pîrînççîoglu, biryara YSK’ê û talankirina qeyûm ya li Peyasê nirxand.

‘VÎNA GEL XESP KIRIN’

Pîrînççîoglu anî ziman ku biryara YSK'ê li dijî hiqûqê ye û YSK bi vê biryarê dixwaze şaredariyên ku HDP'ê qezenç kiriye dewrî AKP’ê bike. Pîrînççîoglu da zanîn ku AKP di vê hilbijartinê de têk çû û wiha axivî: “Di dema ku serlêdan ji bo YSK’ê tê kirin, eger ku pirsgirêkên wî kesî yên hiqûqî hebe YSK namzetbûna wî qebûl nake. Lê piştî ku me serî li YSK’ê da tu tişt ji bo me ne ragihandin. Di aliyê hiqûq û qanûnê de jî tu astengiyên me tune bûn. Piştî 31’ê Adarê û vir de namzetên HDP bi dengek bilind hatin hilbijartin YSK’ê bi biryarek sosret destnîşan kir ku kesên hatine îxraçkirin ew mazbateyê nadin wan. YSK bi vê biryarê niha dîsa vîna gel xezp dike. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de kesên ku bi briyarnameyê hatibûn îxraçkirin bû wekîl û YSK’ê mazbateyên wan dan. Lê niha dijberî vê biryarê biryarek din dide. Bi vê yekê dixwaze şaredariyên ku HDP lê qezenç kir ji destê HDP'ê bigere û dewrî AKP'ê bike. Ev jî nîşan dide ku dixwazin şaredariyan xezp bikin. Armanc dikin ku hemû şaredariyan ji destê HDP’ê bigirin. Biryara YSK'ê komplo ye. Di dema xebatên hilbijartinê de me soz daye gelê xwe û em ê xizmeta gelê xwe bikim."

‘YSK QEYÛMAN TAYÎN DIKE’

Pîrînççîoglu da zanîn ku gelê Amedê di 31’ê Adarê de bersivek xurt da polîtîkayên qeyûm û wiha pê de çû: “Di vê hilbijartinê de HDP’ê rêjeya dengên xwe zêdetir kir. Amed, bersiv da polîtîkayên qeyûm. Pergala qeyûman a ku li Kurdistanê îradeya gel xesp kiriye, hatiye bidawîkirin. Polîtîkayên AKP û Erdogan têk çûne. Erdogan bi polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan û demokrasiyê xizmet ji MHP’ê re kir. Di 31’ê adarê de derket holê ku desthilatdariya AKP’ê dê demeke dirêj nikaribe desthilatdariya xwe bidomîne. Ji bo ku bikare desthialtdariya xwe bidomîne bi dek û dolaban Şaredariyên HDP’ê qezenkirine bi riya YSK’ê qeyûman tayîn dike. Bi vê yekê AKP-MHP hewl dide encama hilbijartinê biguherîne û hêzê bi dest bixe û hinceta BHQ'ê vîna gel xezp dike. Bloka AKP-MHP'ê di 31'ê Adarê de li Îzmir û Amed, Stenbol, Enqere, Edene, Antalya û Mêrsînê winda kir. Li hemberî bloka AKP-MHP’ê stratejiya HDP’ê bi ser ket."

‘PEYAS PÊŞKÊŞÎ ALIGIRÊN XWE KIRIN’

Pîrînççîoglu bal kişand li ser talana qeyûm ya li Peyasê pêk anî û wiha got: “Gel hay ji polîtîkaya me û hay ji ya qeyûman heye. Ji bo em ji cihê mayî bidomînin gel careke din şansek da me. Lê AKP xwest bi rêya YSK’ê vê derfetê ji destê me bigre û polîtîkaya xwe ya talanê bidomîne. Li herêmê di nav şaredariyên heyî de ya bi budçe, mal û milkê xwe, bi sererastkirina îmar û hawirdorê balê herî zêde dikişîne yek jê jî Şaredariya Peyasê ye. Lê belê qeyûm di nav 3 salan de hemû mal û milkên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Em vê rewşê wekî ‘xespkirinê’ di nirxînin. Beriya hilbijartinê rojekê saziyên dewletê hin biryar girtine û gelek mal dewrî xezîneyê hatin kirin. Şaredarî, saziyeke cemaweriyê ye. Lê belê malên cemaweriyê tahsîsî saziyeke din dikin. Di 3 salên dawî de destketiyên 15 salan hatin talankirin. TIR dan ber Navenda Çandê ya Cegerxwînê. Ji klîmayan bigire heta qotixan her tişt bar kirin. Navê vê talan û wêrankirin e."