Piling Raperîn (27) şervanekî YPG'ê yê ji Nisêbînê bû. Dema ku bi ser paytexta tarîtiya DAIŞ'ê ve dimeşiya bi giranî birîndar bû. Li Dêrikê dihat dermankirin, lê tevlî karwanê şehîdan bû. Û li Qamişlo ya li pêşberî Nisêbînê hate veşartin.
YAŞAR AKSÛ
MÊRDÎN / ANF
sêşem, 11 avrêlê 2017, 07:16
Piling Raperîn (27) şervanekî YPG'ê yê ji Nisêbînê bû. Dema ku bi ser paytexta tarîtiya DAIŞ'ê ve dimeşiya bi giranî birîndar bû. Li Dêrikê dihat dermankirin, lê tevlî karwanê şehîdan bû. Û li Nisêbîn a li pêşberî Qamişloyê hate veşartin. Dayika 65 salî Şêxa Ogûz qala mezinahiya biçûkê 10 xwişk û bira Piling kir.
Şervanê YPG'ê Piling Raperîn (Ramazan Ogûz) di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû. Dayika wî Şêxa Ogûz diyar kir, kurê wî gelekî dilsozê ax, gel û têkoşîna xwe bû, di heman demê de li dijî dijminan jî gelekî bi hêrs bû û di rêya jê bawer dikir de şehîd bû. Dayika Şêxa got, ew bi kurê xwe serbilind e.
Şêxa Ogûz a 65 salî ji ANF'ê re qala kurê xwe Piling Raperîn kir: "Kurê min di sala 1990'î de 2 roj beriya Cejna Remezanê li Nisêbînê ji dayik bû. Ji ber vê yekê me navê Ramazan lê kir. Biçûkê 10 zarokên me bû. Piştî ku ji dayik bû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê demeke zehmet derbas kir. Me timî ew li nexweşxaneyan digerand. Dema bû 7 salî me ew li dibistanê nivîsand. Mirovên li derdorê gelekî jê hez dikirin. Bi sebir bû û bi mirovan re li hev dikir."
NEXWEST BIÇE DIBISTANÊN MÊTÎNGER
Dayika Şêxa anî ziman, ku kurê wî di dibistanê de her tim serketî bû, lê dema gihîşt lîseyê nexwest li dibistanên mêtîngeriyê perwerdeyê bibîne û ji bo kar bike çû Îzmîrê, bi qasî 5 salan li konfeksiyonê xebitî. Dayika Şêxa anî ziman, kurê wê li wê derê dest bi xebatên siyasî jî kir û piştî ji Îzmîrê vegeriya Nisêbînê bi rengekî çalak cihê xwe di nava xebatên ciwanan de girt. Dayika Şêxa wiha dewam kir: "Êdî dest ji kar berda û dema xwe hemû bi xebatên siyasî derbas dikir. Me çiqasî astengî jê re derdixist jî, dil û mejiyê wî li ser têkoşîna wî bû. Gelekî dilsozê hevrêyên xwe bû."
MIROVEKÎ DILDARÊ AXÊ BÛ
Dayika Şêxa diyar kir, ji ber ku tevlî şerekî bêyî kontrola xwe bû, çû Stenbolê û bi qasî 2 salan li Stenbolê ma. Dayika Şêxa got, dema ew çû Stenbolê gel wî, ev tişt jê re gotiye, "'Te çima kulmek ji axa Nisêbînê bi xwe re neanî dayê'.Gelekî dilsozê axa xwe bû, dilsozê Nisêbînê bû. Ji ber endîşeya dayiktiyê, min jê re got, 'Stenbol jî bajarekî xweş e, neyê, li vir bimîne, ji xwe re jiyanekê ava bike'. Lê dilê wî li Nisêbînê lê dida."
JI STENBOLÊ VEGERIYA NISÊBÎNÊ
Dayika Şêxa anî ziman, ku piştî demeke kurt kurê wî vegeriya Nisêbînê û dema ji şerê tevlî bûbû beraat kir, xebatên xwe yên siyasî dewam kir. Şêxa Ogûz ragihand, êdî kurê wê Piling nedihat malê û got, "Her çend min hewl da wî bisekinînim jî, min nekarî. Dema min jê re got, 'em te bizewicînin', wî nerazîbûn nîşan da û got, '3 kurên te zewicî ne, te çi feyde ji wan dît'. Ji min re digot, 'ji xwe 3 kurên te zewicî ne, hesêbî ez ne kurê te me'. Timî digot, 'ez ewladê Kurdistanê me, ne tenê yê te me'."
HEZ JI XWENDINA PIRTÛKAN DIKIR
Dayik Şêxa destnîşan kir, ku Piling di tarîtiyê de jî pirtûk dixwend, gelek tişt ji pirtûkan hîn bû û diyar kir, kurê wê gelekî hez ji pirtûkan dikir. Dayika Şêxa got, "Bi taybetî her roj pirtûkên Rêbertî dixwend."
HÊVÎ DIKIR KU VEGERE NISÊBÎNÊ
Li ser rêwîtiya kurê xwe ya li nava refên YPG'ê wiha axivî: "Rojekê hat ji min re got, 'ez ji bo du rojan nînim, min meraq neke'. Dema min jê pirsî, 'tu yê bi ku ve biçe?' bi destê min ve girt û got, 'Nisêbîn mala min e. Ez ti carî mala xwe ji kujeran, ji xayinan re nahêlim. Herî zêde di nava 3 mehan de ez ê vegerim'. Tevî ku negot ku bi ku ve diçe, lê me dizanîbû. Me ew fêhm jî dikir. Me dizanîbû, ku bi me re parve neke jî biryara xwe ji zûdeyî daye."
AGAHIYA LI SER ŞEHADETÊ
Dayika Şêxa got, piştî ku kurê wê çû Rojava, demeke dirêj agahî jê negirt û li ser şehadeta kurê xwe wiha axivî: "Salek û 10 roj piştî çûyîna wî, zarokên min û xizmên me ji înternetê hîn bûn. Li Reqayê di eniya şer de bi giranî birîndar bûye û li Dêrikê li nexweşxaneyê şehîd bûye. Xizmên me û hevrêyên wî yên li Qamişloyê cenazeyê wî bi merasîmeke bi şeref û rûmet veşartin. Dîmenên merasîma cenazeyê kurê min Piling ji min re şandin. Dema ku min ala û rengên kesk û sor û zer li ser darbestê dît, serê min pê bilind bû. Di merasîma cenaze de weke malbatê kes ji me tine bû. Lê belê bi sedan ehvrêyên wî, xizmên me û bi qasî 3 hezar mirov hebûn. Her şehadet, windakirina her ewladekî giran e, dilşewat e, lê belê ez di heman demê de bi kurê xwe serbilind im. Ji ber ku kurê min li pey armanca xwe şehîd bû. Kurê min şoreşgerekî bêqisûr bû û li gel hevrêyên xwe têkoşiya."
Dayika Şêxa herî dawî got, hemû hevrêyên Piling ji bo wê mîna kurê wê ne û ew ê jî heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.