Peykerê Mahsum Korkmaz li qada berxwedanê a Kobanê hat danîn

Peykerê Fermandarê Efsanewî yê gerîla Mahsum Korkamz (Egîd) di 31. salvegera şehadeta wî de li Kobanê hate danîn.

Piştî ku peykerê Mahsum Korkamz li qada berxwedanê hate danîn, navê qadê bû 'Qada Şehîd Egîd'.

Di merasîmê de, welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên hefteya berxwedanê, tekoşer Egîd, rojnemevan Nûjiyan Arhan û alên YPG/YPJ′ê hildan.

Merasîm bi beşdariya bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, şervanên YPG/YPJ′ê hat lidarxistin. Her wiha Cîgirên Serokên Meclîsa Rêveber ên Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen û Xalid Berkel jî amade bûn.

Merasîm bi merasîmekî leşkerî ya şervanên YPG/YPJ′ê dest pê kir. Piştre Fermandara YPJ′ê Diljîn Kobanê axivî, têkoşer Egîd di 31′emîn şehadeta wî de bi bîr anî û wiha got: ″Rêheval Egîd bi lehengî û bê bedel şer kir. Îro bi saya berxwedana wî, em li hev civiyane.″

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî axivî û diyarkir ku ev roj ji bo gel kêla berxwedanê, rojeke dîrokî ye û wiha domand: ″ bi zindîkirina bîranînên tekoşeran xwe, careke din hebûna xwe îsbat kir. Bila AKP′ê bizanibe ku bi saya xwîna şehîdan, projeya Federaliyê, bûye projeyeke gerdûnî.″

Merasîman bi axaftina çêkerê peyker Neşet Emî dewam kir. Emî da zanîn ku tevî derfetên kêm, peykerê têkoşer Egîd çêkir û diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, YPG/YPJ′ê û hemû gêrîlayên li çiyayên azad, kir.

Çêkerê Peykerê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hat xelatkirin û wêneyeke Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî wî hat kirin.

Merasîm bi pêşkêşkirian peyker ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve, bi dawî bû.