Peyama pîrozkirinê ji bo gerîlayan: We dersa hewce da dijmin!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji hêza gerîla re ku artêşa Tirk li Zapê şikand peyama pîrozkirinê şand.

Artêşa Tirk meha bihurî ji herêma  sînor a Çelê ketibû hewldana dagirkirina Zapê ya Qada Parastina Medyayê.

Ji ber berxwedan û çalakiya hêzên gerîla yên li dijî vê hewldana dagirkirinê artêşa Tirk 10’ê Tîrmehê neçar mabû ku vekişe. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel peyama pîrozkirinê şande ji gerîlayan herêmê re.

Peyama Fermandariyê wiha ye;

Ji Fermandariya Eyaleta Zapê re;

Bi fedakarî û berxwedana mezin a hêzên eyaletê yên li dijî operasyona artêşa Tirk ku 16’ê Hezîranê bi ser qada Zapê de anîbûn, dijmin hatiye şikandin. 23 rojan, bê navber bi şêwazên cihê û taktîkan hêzên eyaleta we hema hema her roj, bi şev û roj li dijî hêzên dijmin çalakî û berxwedaniyeke pir watedar, asteke berz bi dest ve anîne.

 ‘WE DERSA HEWCE DAYE DIJMIN’

Ev pêvajoya şer a li eyaleta Zapê, li dijî teknolojiya pêşketî ya serdema me, nîşan daye bê ka vîna mirov û zîrektiya mirov dikare çi bike û serketin û serfiraziya zîrektiya mirov nîşan daye. Bi wêrekî, biryardarî û afirîneriyê, bi windahiyeke kêm derbên giran li dijmin hatine xistin.  Em hemû fermandar û şervanên ku di pêkanîna vê berxwedana pîroz de dersa hewce dan, bi şerkeriya xwe afirîneriya xwe nîşan dane pîroz dikin û bi hêviya berdewamiya serkeftinê hemû hevrêyan slav dikin. Em li ber hemû şehîdên xwe yên leheng ku di afirandina berxwedana 23 rojan de xwedî ked û pareke mezin in di di şexsê fermandarê nirxdar Şehîd Merwan de, bejna xwe bi hurmetdarî ditewînin. Em sond dixwin ku bi rengekî ku em bibin layiqî vê berxwedan û serkeftina mezin, em ê bîranîna wan di têkoşîna Rêbertiya Azad û Kurdistana azad de bidin jiyîn.

 ‘VÎNA MIROV TEKNÎK TÊK BIRIYE’

Hevrêyên hêja;

Em pir baş dizanin ku di van 23 rojên dawî de, li pişt berxwedana Zapê Kela Bedewê tecrûbe û fedekariya berxwedana qada Zapê heye ku ev 10 meh in li wir didomiya. Ji Îlona 2016’an û vir de berxwedana hêzên we yên Eyalatê ku zivistan-havînî li Zapê bi fedekariyeke mezin nîşan dida, îro zemîna serketinê ava kiriye. Şerê ku 10 mehan bê navber li dijî dijmin li eyaletê pêk hatî, di nav xwe de hin kêmasiyan vehewîne jî, di şexsê Şehîd Serhat, Rojîn, Medenî û Ekîn Bageran de û di şexsê Merwanan de bûye berxwedaneke mezin û di encamê de asteke berz bi xwe re aniye. Em şehîdên xwe yên lehengên berxwedanê yên vê pêvajoya şer bi bîr tînin, em hemû hevrêyên ku ked dane slav dikin, serketinê ji wan re dixwazin. Li ser zemîna ku kêmasiyên asta tatkîka a ku diyar bûyî werin diyarkriin û zêdetir ev taktîk were pêşxistin, em bawer dikin ku hûn ê serketinê mezintir pêk bînin, li ser vê zemînê em serketinê ji we re dixwazin.’’