Peyama PAJK'ê ya 4'ê Nîsanê: Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşînê bilindtir bikin

Koordînasyona PAJK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir û bal kişand ser xeteriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê dema dîrokî de divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilindtir û bêhtir radîkal bikin."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser malpera xwe ya înternetê peyamek weşand.

Peyama PAJK'ê wiha ye:

"Em roja rojbûna Rêber APO, roja vejîna hemdem di serî de li Rêberê afrînerê jiyana Azad Rêber APO pîroz dikin. Roja jinûve mîlada gelê Kurd, roja vejîn û zayîna jina kurd, li tevahî jinên têkoşîner, li gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em rojbûna Rêber APO, li jinên enternasyonal, dost û mirovên di roja îro de li cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, têdikoşin pîroz dikin. Em rojbûna Rêber APO di şexsê dayîka Uveyîş de, li dayîkên ku kevneşopiya xwedawendiyê parastin û dan jiyîn pîroz dikin. Di şexsê hevrê û dilsoza xeta Rêber APO, Şehîd Nûda Karker de, tevahî şehîdên me yê bi rûmet ku Rêberê Azad jiyîn û dan jiyîn, bibîrtînin û soza em ê, azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkbînin nû dikin.

'NAVÊ VEJÎNA NÛ: ROJBÛNA RÊBER APO'

Di bihara sala 1949'an de, zayîna jiyaneke nû li ser xaka Kurdistanê vejîn bû. Navê vejîna nû rojbûna Rêber APO bû. Rojbûna Rêber APO, di rastiya gelekî li ber pença qirkirinê bû, hêza wateyê û jiyana bi rûmet afirand. Rêber APO, di temenê zarokatî de jiyan xiste ber lêpirsînê. Ji bo bigihêje bersiva vê lêpirsînê, nakokiyên mezin jiya û dev ji xwegîhandina xeyala jiyana azad berneda. Rêber APO, ji bo jina Kurd, gelê Kurdistanê û tevahî gelên qedîm ên li ser erdnîgariya Mezopotamyayê, bû dîrok, hêvî û baweriya bi jiyana wekhev û azad. Bi rojbûna Rêber APO re, li Kurdistanê, bedena ruh ji dest dayî ruh pê hat, hişê ku ji hebûn, cewher û evîna xwe ya jiyanê biyanî bûbû jinûve jîndar bû.

'RÊBER APO BI XWE RE JIN Û MIROVÊ AZAD AFIRAND'

Di dîrokê de jinên berxwedêr, gelê Kurd û civakên derveyî dewletbûnê jiyane, ji bo hebûn, nasname, çand û xwebûna xwe biparêzin, li hember dagirkerî û hişmendiya mêr û pergala dewletî têkoşînek bê hempa meşandine. Rêber APO, têkoşîna bi kevneşop a mirovahiyê bi rojbûna xwe re kire yek ruh û yek beden. Bi jiyan û heqîqeta kesayetiya xwe ya azad temsîla nasname, çand û nirxên dîrokî yên mirovahiyê kir û da jiyîn. Rêber APO, rojbûna xwe, di kesayeta xwe de bi pêkanîna mirovê azad û xwegihandina sira zanînê re, weke pêkanîna sê zayînan bi nav kir. Zayîna fîzîkî û yekem jinûve zayîna gelê Kurd pênase kir. Bi vejîn û zayîna gelê Kurd re, zayîna mirovahiya hemdem kire armanca têkoşîna xwe. Rêber APO, bi zayîna duyem û sêyemîn re, dahûrînên kûr yê dîrok û kêliyê kir. Zihniyet û bîrdoziya mêr a pênç hezar salî weke xeteriya herî mezin a li ser jiyana civakî û jinê bi nav kir. Li hemberî vê tespîta dîrokî rêya tekoşîna herî zor û radîkal hilbijart. Rêber APO, di şexsê xwe de şoreşa zihnî û wîjdan ava kir. Bi vê avakirina mezin re fikir, felsefe û paradigmaya modernîteya demokratîk pêşxist, jina azad û mirovê azad afirand. Rêber APO, bi fedekarî û erka xwe ya dîrokî, berpirsyarî û temsîla vê çandê girt ser milê xwe, ji ber wê pergala modernîteya kapîtalîst ew hedef girt û komplo pêk anîn. Komploya li ser Rêber APO di bingehê xwe de ji vê heqîqeta mezin ya Rêbertiya me temsîl dike çavkaniya xwe digre. Tecrîda girankirî ya di roja îro de li ser Rêber APO pêk tê, ji ber kesayeta berxwedêr a Rêber APO ye. Em weke jinên Kurd, rojbûna Rêber APO bi barkirina vê wateyê di kesayeta xwe de vejîn dikin û didin jiyîn.

Me weke jinên Kurd, hebûna xwe, nasname û cewherê xwe bi zayîna Rêber APO re jinûve bi dest xist. Ji ber wê em li hemberî keda Rêber APO ya ji bo azadiya me daye xwe ji her kesî zêdetir dêndar dibînin. Em weke jinên Kurd, ji her kesî zêdetir xwe di ber azadiya fîzîkî ya Rêber APO de berpirsyar dibînin û bi biryarin têkoşîna wê bidin. Berxwedana Rêber APO ya di oxira avakirina jina azad û civaka azad de daye, di roja îro de jî bi kedekî bê terîf berdewam dike. Em di serdema zayîna sêyemîn a Rêber APO pêkaniye de dijîn. Ev zayîna sêyemîn û herî mezin erkên dîrokî dide ser milê me. Em weke milîtan û pêşengên pêkanîna zayîna sêyemîn ya Rêber APO, pêwîste ji her demê pêhtir bixebitin têkoşîna xwe bilind bikin.

'JI DEM BÊHTIR DIVÊ EM TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO BILINDTIR BIKIN'

Di vê dema dîrokî de, jiyan û ewlehiya Rêber APO di xeteriyê de ye. Hevdîtin pêk werin jî ev xeterî bi dawî nabe. Ji ber ku heta Rêber APO li Îmrali bê ragitin wê ev xeterî bidome. Hêzên hegemoparêz ên şaristaniya kapîtalîst, şerekî mezin li hemberî Rêbertiya me didin meşandin û bi destê AKP-MHP bi rêbazên herî kirêt tê pratîzekirin. Em weke jin û gelê Kurd, pêwîste rastiya vê şerî û xeteriya vê şerî baş bibînin û li gorî wê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, bilindtir û radîkaltir bikin. Acîliyeta vê erka me a dîrokî, ji her demê zêdetir di vê salê de xwe li ser me ferz dike. 

Biryardariya fadaiyên Rêber APO, di berxwedana Garê de nîşan da, sekna têkoşîner ya jinan di 8’ê Adarê de, li hemberî pergala desthildar ya mêr raber kir û girêdana gelê me ya bi xeta Rêber APO re di qadên Newrozê de careke din israra an jiyaneke bi Rêber APO re em ê bijîn an jiyan ji me re nîne derketiye holê. Bi vê zanebûnê ji me tê xwestin em rojbûna Rêber APO bi wate bikin. Pêwîste di serî de em jin û tevahî gelê Kurd, fikir, felsefe û paradîgma modernîteya demokratîk ya Rêber APO di kesayeta xwe de pêk bînin û bikin şêwazê nû yê jiyanê.

Bi vê bîr û baweriya girêdana bi jiyana azad re, divê li her cihê ku gelê me lê dijî dike di roja 4’ê Nîsanê de, ji bo Rêber APO, ji bo şehîdên me û ji bo gelê me yê bi egîdî canê xwe di ber parastina xweşikbûna Kurdisana Azad de kiriye mertal darên jiyana azad biçînin. Ji rika dagirkeran û dijminê mirovahiyê, qadên jiyana azad şîn bikin û diyarî Rêber APO bikin.     

Li ser vê esasê em carekî din rojbûna Rêber APO, li Rêbertiya azad, jinên berxwedêr û gelê Kurd pîroz dikin. Bang li tevahî jin û mirovên azadîxwaz li Kurdistan, Rojhilata navîn û Cîhanê dikin ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev, di van demên zehmet, xeter û diyarkirina çarenûsê de, bi awayekî hevgirtî û hevbeş têkoşîna azadiyê bilind bikin. Bi taybet bang li tevahî jinan dikin bi hemû hêza xwe tevlî tekoşîna Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bibin û heya azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê, bi rola xwe ya pêşengiyê rabin."