Peyama dawî ya Şehîd Xebat û Zana li Stêrk TV tê weşandin

Stêrk TV bi bernameyeke taybet peyama bi deng a şehîdên Nisêbînê Xebat Kop û Zana Rojda diweşîne.

Ji 4'ê heta 7'ê Îlona 2022'yan li bejahiya gundê Serêkaniyê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şerekî giran qewimî bû.

Di vî şerî de gerîlayên HPG'ê Yûnûs Kardagi bi nasnav Xebat Kop, Ramazan Guçlu bi nasnav Zana Rojda şehîd bûbûn.

Her du şehîdan di wan kêliyên şer de li pey xwe peyameke dawî ya bi deng hiştin.

Stêrk Tv bi bernameyeke taybet, deng û helwesta dawî ya her du şehîdan diweşîne.

Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Heqî Armanc jî di bernameyê de li ser Xebat Kop û Zana Rojda û peyama wan a dawî diaxive.

Bernameya Stêrk Taybet wê 20'ê Hezîranê bi dema Ewropayê saet di 20:00 de li Stêrk TV bê weşandin.