Peyama Îmam Şîş a li ser 8'ê Adarê

Îmam Şîş ê li Gallerê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya 8'ê Adarê peyamek da.

Îmam Şîş ku li bajarê Newport ê Gallerê 82 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek da.

Şîş 8'ê Adarê li Leyla Guven û berxwedêrên jin ên di greva birçîbûnê de ye pîroz kir.

Şîş bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo azadiyê û diyar kir, bi nêzîkatiya 'azadiya civakê bi azadiya jinê dibe' hem hewl dide pêşî li azadiya jinê veke, hem jî bi têkbirina nêzîkatiyên mêr dixwaze mêr rizgar bike.

Şîş destnîşan kir, jinên Kurd ên ku niha li dora paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin, ji bo paşerojeke azad û wekhev a gelên dinyayê bûne yekane hêvî.

Şîş di dawiya peyama xwe de bang li her kesî kir, bi taybetî li jinan ku bi wesîleya 8'ê Adarê bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin û berxwedanê mezin bikin.