'Pêwîste jinên Cihanê rabin ser piyan'

Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî di daxuyaniya xwe ye nîvîskî de bang jinên cihanê kir: “Em bi wesîleya 25 ê Mijdarê bang li tevahî jinan û raya giştî dikin, li dijî qirkirina jinê li hemû deverê cîhanê rabin ser piyan.”

Tevna Alîkariya Jinên Êzidi bi wesîleya roja 25 Mijdarê ya Tekoşîna li dijî tûnditiya li jinê daxuyanî weşand û sê xwişkên Mîrabel bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

"Di salê 1960’an de berxwedanekî bêhempa li beramberî diktaroria Trujillo li dewleta Domînîk hate meşandin. Pêşengtiya vê berxwedanê 3 Xuşkên Mirabal bûn. Her ser xuşk ji bo mafên Jinan, ji bo wekheviya di navbera herdu cinsan û ji bo azadiya milletê xwe têdikoşiyan. Berxwedana wan di nav dîroka têkoşîna jinê de cîhe xwe girt. Kuştina wan tesîrek gelek mezin li millet kir û hişt ku bi berxwedaniya millet dîktatorî û desthilatdarî bi dawî be.

Li ser vê esasê jî 25'ê Mijdarê weke roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê hate ragihandin. Ev nêzî 60 sal in ku ev roj li seranserê cîhanê bi çalakiyan tê bibîranîn. Her çiqas têkoşîn û rêxistiniya jinan li tevahiya dinyayê mezintir dibe, tundî jî bi dawî nebûye. Rojane tundî li jinan tê kirin. Tundiya fîzîkî, derûnî, li nava malê, li derve, destavêtin, destdirêjî, zewaca di temenê biçûk de, sinetkirina keçan di nava her qada jiyanê de tundî li jinan tê kirin."

Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî her wiha ragihand, "Bi hezaran Jin û keçên Êzîdî di roja me a îro aqubeta wan ne diyare. Ji bo bi dawî anîna şideta beramberê hemû Jinan pewîste em wek sazî û rêxistinên Jinan her roj li ser lingan bin.

Wek Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî bi wesileya vê rojê em hemû keçên Êzîdî ku di demê Fermanê de ji milê çeteyên DAİŞ’ê ve hatin dîl girtin û mîna kole li bazaran hatin firotin tînin bîra xwe. Dîsa hemû keçên Êzîdî ku dawiya jiyana xwe bi xwe pêk anîn, dakû nekevin destê van çeteyan û destavetinê û teslimiyetê ji xwere qebûl nekirin bi bîrtînin. Bi hezaran Jin û keçên Êzîdî di roja me a îro aqubeta wan ne diyare. Ji bo bi dawî anîna şideta beramberê hemû Jinan pewîste em wek sazî û rêxistinên Jinan her roj li ser lingan bin. Pêwîste ne tenê 25'ê Mijdarê çalakî li dijî tundiya li jinê bên kirin, divê her roj bibin rojên çalakiyê. Ji ber ku şidet li beramberî Jinan ne tenê yek roje, her roj li seranserê cîhanê tê kirin.

Çawa ku her se xuşkên Mirabal bi yekîtî û berxwedaniya xwe dawî li desthilatdarî anîn, ewê yekîtî û berxwedaniya hemû Jinan bibê wesîleya ku li seranserê cîhanê desthilatdarî hilweşê. Di dawî de em bi wesîleya 25 ê Mijdarê bang li tevahî jinan û raya giştî dikin, li dijî qirkirina jinê li hemû deverê cîhanê rabin ser piyan."