Petrol tê firotin lê muçe tê qutkirin!

Wezîrê Petrolê yê Iraqê El- Lêbî diyar kir ku Herêma Kurdistanê rojane 520 hezar warîl petrolê difiroşe.

Li gorî van hejmaran hatina petrolê ya Herêma Kurdistanê mehane 733 milyon û 200 hezar dolar e. Lê muçeyê karmendan nîvê wê nayê dayin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Hisên El-Lêbî diyar kir ku Herêma Kurdistanê rojane 520 hezar warîl petrolê difiroşe derve. El-Lêbî ji Reutersê re axivî û got, di meha Hezîranê de rojane hilberîna petrolê 3 milyon û 270 hezar warîl e, hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê jî rojane di navbera 520-530 hezar warîlî de ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev 2 sal in daneyên hilberîn û firotina petrolê nabêje. Piştî zexta raya giştî meha borî hin hejmar hatin dayin lê muxalefet dibêje, ne rast e û helwestê nîşan dide.

Lê 2’yê Hezîranê di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketa petrolê ya Rûs Rosneftê de peymana petrolê ya 20 salan hatibû danîn û tê de hatibû got: ‘’Bi vê peymanê re hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê ku rojane 700 hezar warîl e, tê armanckirin ku rojane bibe 1 milyon warîl’’ û bi vê jî diyar bûbû ku hikûmet têkildarî hilberîn û firotina petrolê rast nabêje,ev jî bûbû sedema nerazîbûnan.

Li gorî daneyên Wezareta Petrolê ya Iraqê hatina Herêma Kurdistanê ya ji petrolê rojane 24 milyon û 440 hezar dolar e û mehane jî hatine wê 733 milyon û 200 hezar dolar e. Bihayê warîlê 47 dolar e û beşekî mezin ê vê petrolê difiroşin Tirkiyê.

Lê hikûmetê beriya niha gotibû Herêma Kurdistanê rojane 600 hezar warîl petrol difiroşe. Di peymana Rosneftê de jî tê gotin rojane 700 hezar warîl petrol tê hilberandin. Nayê zanîn bê ka 100 hezar warîl petrol diçe kû?

Li Herêma Kurdistanê ku gendelî zêde berbelav bûye, PDK ya ku desthilatdar e ji ber ku parlamento girtiye wezareta petrolê û komîsyon naxebitin. Her  wiha hikûmet di van du salên dawî de bi hinceta ku ‘’hikûmeta Iraqê bûdçe qut kiriye’’ muçeyê karmendan nîvî dide.

2014’an piştî êrîşa DAIŞ’ê rêveberiya PDK’ê ku serwerî di dest de ye di ser xeta boriyan a Kerkûk-Ceyhanê re rasterast petrol difirote Tirkiyê. Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî 17 ji 100’î ya ku ji bo Herêma Kurdistanê veqetandibû, qut kiribû.