BI DÎMEN

Pêşmergeyên li Kerkûk: Pêwîste berpirsên hemû partiyan biçin Qendîlê

Îro heyetek ji Meclîsa Tevgera Azadî û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê bi pêşengtiya Hevserokên Tevgera Azadî yên Kerkûkê Newzad Bekir û Rêhan Hemadî çûn serdana navenda pêşmergeyên birîndar ên Kerkûkê.

Heyetek ji Meclîsa Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê serdana navenda pêşmergeyên birîndar ên li Kerkûkê kirin.

Heyeta Tevgera Azadî û RJAK'ê ji bo spasî û keyfxweşiya xwe ya ji bo pêşmergeyan bînin ziman, di dema derbas bûyî de pêşmergeyan helwesta xwe di derbarê yekitiya netewî de diyarkiribûn. Hryeta Tevgera Azadî û RJAK'ê ji aliyê pêşmergeyan ve hatin pêşwazîkirin. Li ser rewşa Kerkûkê û lidarxistina kongreya netewî gotûbêj hatin kirin. Di dawiya serdanê de ji endamên heyeta Tevgera Azadî, RJAK û pêşmergeyan, ji ajansa ANF'ê re axivîn.

Di destpêkê de Serokê Komelya Pêşmergeyên Birîndar ên bajarê Kerkûkê Mam Nehro Hesarî axivî û wiha got: "Em weku Endamên Pêşmergeyên Parêzerên Xwîna Şehîdan daxwaz ji berpirsên hemû partiyan dikin ku pêwîste di demek lezgîn de kongreya netewî were lidarxistin. Em hêvî dikin ku berpirsên partiyan biçin Qendîl û kongreya netewî lidar bixin. Bila dijminên gelê Kurd baş bizanin pêşmerge piştgiriya gerîla dikin û Qendîl kelha Kurda ne."

Li ser navê Tevgera Azadî Newzad Bekir ji axivî û wiha got: "Em spasiya hevalên pêşmerge dikin ku helwesta xwe ya netewî di dema derbasbûyî de ji bo lidar xistina kongreya netewî dayîn nîşandan û piştgiriya xwe ji bo gelê kurd diyar kirin. Armanca serdana me ji di vê çarçoveyê de ye. Di rastiyê de aramiya ku em niha dijin, bi hemû hewldanan, westandin û têkişîna gerîla û pêşmergeyane. Niha gerîla û pêşmerge ji bo mirovahiyê şer dikin û ev ji destkeftiya herî mezine. Ji ber wê qonaxa ku îro Kurd têre derbas dibib ji qonaxên din cudatire. Pêwîste di demek nêz de kongreya netewî were lidar xistin û ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd. Tenê lidar xistina kongreya netewî çareseirya êşa gelê Kurd e."