Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî dan çalakiya mertalên zindî

Gelek pêşmêrgeyên Dêrîn piştgirî dan çalakiya mertalên zindî ya ku ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dane destpêkirin.

Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê di 14’ê Hezîranê de çalakiya mertalên zindî hatibû destpêkirin. Serdanên ji bo piştgiriya çalakiya mertalên zindî didome.

Gelek pêşmergeyên berê yê bi navê Dêrîn ên ji derdora Kerkuk, Silêmanî, Qerehencîr, Bazyan, Şarbajêr û Ranyayê ji bo piştgiriya çalakiya mertalên zindî hatin Bînarê Qendîlê. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb pêşmergeyên Dêrîn pêşwazî kir.

Piştî pêşwazîkirina Diyar Xerîb axivî û got ku “Em hêvîdar in wê gelê Kurd bihistyar be û xwedî helwesteke cîddî be. Ji ber ku li ser Başûrê Kurdistanê dagirkeriyeke mezin heye.”

Piştre pêşmergeyên Dêrîn çûn qada ku çalakiya mertalên zindî didome. Li vê derê li ser navê pêşmergeyan Hawrê Darya daxuyaniya çapemeniyê da.

Hawrê Daryan diyar kir ku hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bêdeng e û got ku “Em tu carî li hemberî dagirkerî û bêedaletiyê bêdeng neman û em ê niha jî bêdeng nemînin. Em bi gerîlayan re ne.”