Pêşmergeyên Dêrîn: Eger operasyonek li Başûr çêbibe, em ê bi gerîla re mil bi mil şer bikin
Nêzî 200 pêşmergeyên Dêrîn, têkîldarî îdîayên dewleta Tirk ên ku wê li dijî Başûrê Kurdistanê operasyonê li dar bixe, li Qendîlê daxuyanî dan.
Nêzî 200 pêşmergeyên Dêrîn, têkîldarî îdîayên dewleta Tirk ên ku wê li dijî Başûrê Kurdistanê operasyonê li dar bixe, li Qendîlê daxuyanî dan.
Nêzî 200 pêşmergeyên Dêrîn ku bi çekên xwe ve hatin Qendîlê, daxuyaniya çapemeniyê dan. Pêşmergeyên Dêrîn ku ji tevahî herêmên Başûrê Kurdistanê hatin û pêşmergeyên serhildana 91’ê ne, dan xuyakirin ku eger operasyonek li Başûr çêbibe, ew ê bi gerîla re mil bi mil şer bikin.
Pêşmergeyan gotin, “Qendîl û Şengal xeta me ya sor e.”
Pêşmergeyên Dêrîn têkîldarî krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê jî wiha axivîn, “Yekane çareserî, lidarxistina kongreya neteweya Kurd e.”
Li ser navê Pêşmergeyên Dêrîn Omer Hecî Husen wiha axivî;
“Wek Pêşmergeyên Dêrîn ên 40-50 salan, em dizanin ku li dijî destkeftiyên gelê Kurd êrîş hene. Em dizanin, dewleta Tirk hêzên navdewletî jî digire cem xwe û ketiye nav êrîşek nû ya li dijî destkeftiyên gelê Kurdistanê. Wek Pêşmergeyên Dêrîn, em ê nehêlin şerê birakujî çêbibe. Em bang li her kesî dikin, li beramberî van lîstokan hişyar bin. Ketina dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê, em wek dagiriyek a Başûrê Kurdistanê û êrîşa tinekirina destkeftiyan dinirxînin. Pêwîst e, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bangên KCK’ê li ber çavan bigirin. Ev bang, berjewendiyên tevahî gelê Kurdistanê dihewîne. Em Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rexne dikin. Divê bangên wisa neke. Bangên wisa ti xizmetê ji bo gelê Kurd nake. Ji ber ku wek gelê Kurd em di merheleyek gelekî hesas re derbas dibin.”
‘DIVÊ GERÎLA BIMÎNE’
Husen, ji bo nirxandinên mîna derketina gerîla ya ji Şengalê jî wiha got, “Bi taybet jî ew daxuyaniyên Barzanî yên dibêje gerîla ji Şengalê derkeve, tenê kêfa hêzên dagirker tîne, ji bilî wê ti tiştî li gelê Kurd zêde nake. Yê ku gelê Şengalê ji qetlîamê rizgar kir, gerîla bû. Hê jî, jinên Êzîdî, zarokên wan li bazaran tên firotin. Yên xwedî li wan derdikevin gerîla ne. Nêçîrvan dibêje bila gerîla derkeve. Ev wek uslûb jî ne rast e. Wek uslûb jî pêwîst e li gor zimanê yekîtiya neteweyî be. Destkeftiyên me yên niha, ji yên sala 1992’yan bi dehan qat zêdetir in.”
‘DIVÊ DESTEKÊ BIDIN BANGA KCK’Ê’
Husen herî dawî ev ragihandin; “Kurd, niha xwedî hêzek mezin a parastinê ne û ev hêza parastinê jî gel diparêze. Ji Şengalê, Kerkûkê heta Reqayê, her cihekî ku hêza parastinê lê ye, ji bo gel cihên pîroz in. Em bang li her mirovî, tevahî siyasetmedaran, rewşenbîran, partiyan, rêxistinên civaka sivîl dikin; ji bo daxuyaniya KCK’ê ya têkîldarî Kongreya Neteweyî ya Kurd her kes bikevin nav liv û tevgerê. Yekane çavkaniya çareseriya pirsgirêkên heyî, Kongreya Neteweyî ye.”