Pêşmergeyê Dêrîn ê ku hatibû destgîrkirin agahî jê nayê stendin

Pêşmergeyên Dêrîn, Feqî Hişyar û hevalê wî Dilşad Cebar 11 roj berê hatin destgîrkirin û agahî ji wan nayê stendin.

Li gorî nûçeyên malperên nêzî YNK’ê endamê Pêşmergeyên Dêrîn, Bûrhan Hesen Ebdulrehman (Feqî Hişyar) û hevalê wî Dilşad Cebar di 26’ê Tîrmehê de li Duhokê ji aliyê asayîşê ve hatin destgîrkirin. Agahî ji her du kesan nayê stendin.

Berpirsê Tevgera Pêşmergeyên Dêrîn ê Bêhdînanê Mele Sedîq diyar kir ku Hişyar û Cebar çûne Duhokê, piştî ku li mala Cebar firavîn xwarine derketine derve û careke din agahî ji wan nehatiye stendin.

Sedîq diyar kir ku wan li Duhok û Silêmaniyê gilî kirine lê rayedar tu agahiyan nadin wan û malbatan.

Tevgera Pêşmergeyên Dêrîn û Komeleya Gaziyên Şer xwestin ku bila Feqî Hişyar serbest were berdan.