BI DÎMEN

Pêşmerge û gerîlayan: Xizmetê ji dijminên Kurdan re nekin!

Pêşmergeyên Dêrîn û Gerîla: ‘’Çi kesê ku gule li Kurdan bireşîne ne Pêşmerge ne. Li Şengalê yên ku êrîş bi ser YBŞ’ê de birin çete ne. Ên ku xizmetê ji dijminê Kurdan re dikin bila dev ji vê biqerin’’

Li Newroza Kerkûkê gerîla û Pêşmergeyên Dêrîn (peşmergeyên berê yên YNK’ê) ji ANF’ê re axivîn û li dijî çeteyên PDK’ê û Tirk mesaja têkoşîna hevpar dan.

Pêşmerge û gerîlayan diyar kirin ku çi kesê ku li dijî Kurdan şer dikin têkiliya wan bi Kurdbûnê re nîn e û gotin tiştên ku li Şengalê dibin şerê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.
Pêşmerge û Gerîlayan wiha gotin:

‘’Xebat Qutanî (Pêşmerge) :’’Kesê ku berê tifinga xwe dide Kurdan ne pêşmerge û ne jî Kurd e. Em di her şert û mercî de divê yek bin. Ji ber ku dijminê me yek e. Li çar parçeyên Kurdistanê di navbera me û gerîlayan de ti ferq nîn e. Hin gerîla ji Bakurê Kurdistanê, hin ji Rojava, hin ji Rojhilatê Kurdistanê hatin Kerkûkê û me bi hev re Kerkûk parast. Em jî li kûdera Kurdistanê be amade ne ku ji bo gelê xwe şer bikn.’’

Botan Dîren (Gerîla): ‘’Îro ev rewşa ku li vê Newrozê derketî holê moraleke mezin dide gelê me. Pêşmergeû gerîla em li cem hev in. Ji bo ku bibe bersiv ji wan planên re ku dixwazin di nav Kurdan de şer derxînin, hebûna me ya li vir îro pir watedar e.’’

Ji mêj ve ye ku li ser Şengalê amadekariyên êrîşan hebûn. Lê bila bala w elê be, çeteyên ku duh li dijî pêşmergeyan şer dikirin, niha civiyane û li dijî YBŞ’ê wan didine şerkirin. Ev pir zelal e. Bi bîra we were di serdena Mesûd Barzanî a Tirkiyê de nîjatperastan helwestan nîşan dan ji ber ku ala herêmê hate hildan, serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim got, ‘’hûn fêhm nakin bê ka çima me ew ala hildaye’’ Piştre jî ev êrîş pêk hatin. Rewş ev çend zelal e. Bersiva hildana alê bûne êrîşên bi ser YBŞ’ê de û 7 YBŞ’yî şehîd kirin. Ji bo ve jî divê her kes bizanibe, ew ne şerê birakujiyê ye, şerê îxanetê ye.’’

Osman Qela Qutanî (Pêşmerge): ‘’Kurd divê yek bin. Naxwe talokeyên mezin li pêş wan hene. Ji bo li çar parçeyên Kurdistanê serkeftinê mezin divê bibin yek. Ji ber ku ji bo hemû parçeyan taloke hene. Divê her kes vê bibîne û neyê vê lîstikê.’’

Saîd Nûrî Kerkûkî (Pêşmerge): ‘’Ez weke pêşmergeyekî dêrîn Newroza Rêber Apo û hemû gelê xwe pîroz dikim. Ez careke dî dixwazim diyar bikm, êrîş li kûdera Kurdistanê çêbibe em pêşmerge hazir û amade ne ku li dijî vê şer bikin. Û divê were zanîn çi kesê ku dijmin tîne Kurdistanê û li dijî gerîla dide şerkirin ne Kurd e û ne pêşmerge ye. Em bi çi rengî vê qebûl nakin. Ji ber ku pêşmerge bi çi şêweyî ne berê lûleya tifinga xwe nade birayê xwe. Ên ku li Şengalê êrîş bi ser YBŞ’ê de jî birin zelal e ku ne Kurd in, xizmetkarê dijminê Kurdan in. Ez ji vir bang li wan dikim; zûzûka dev ji van kirinên xwe biqerin û bila di kozên parastina gel de cih bigirin.’’