Pêngava Xezeba Firatê: Gundek hat rizgarkirin

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gundê Cib Xelîl ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û 9 km ber bi Çemê Firatê ve bi pêş ve çûn.

Fermandariya Odeya  Çalakiyaê ya Xezeba Firatê îro bi daxuyaniyeke nivîskî berdewamiya Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê, ragihand.

Şervanên Xezeba Firatê li baskê Ebû  Xeşeb, gundê Ceb Xelîl ê ku 25 km li bakur-rojhilatê Çemê Firatê dikeve ango rojhilatê bajarê Reqayê, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Şervan li herêmê her bi pêş ve diçin.

Îro danê vê sibehê, şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê 9 km ber bi Çemê Firatê ve bi pêşve çûn û hedefa wan qutkirina xeta navbera bajarê Reqa û Dêra Zorê ye.