Pêngava Xezeba Firatê: Em ê dorê li navenda Reqayê bigirin
Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ragihand, ku ew ê ji îro û pê ve dorê li navenda bajarê Reqayê bigirin. Odeya Çalakiyê diyar kir, ew bi koalîsyona navneteweyî re tevdigerin.
Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ragihand, ku ew ê ji îro û pê ve dorê li navenda bajarê Reqayê bigirin. Odeya Çalakiyê diyar kir, ew bi koalîsyona navneteweyî re tevdigerin.
Qonaxa 3. a Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Reqa û Dêra Zor hat destpêkirin û ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ji bo hefteyekê navber jê re hat dayîn, ji nû ve dest pê kir.
Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û raighand, pêngava ku car carna ji ber şert û mercên zivistanê radiweste, dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ji tevahiya raya giştî re radigihînin, ku pêngava ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê hefteyek navber jê re hatibû dayîn, ji cihê mayî dewam dike."
EM Ê DORÊ LI NAVENDA BAJARÊ REQAYÊ BIGIRIN
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi vê pêngavê re wê dor li navenda bajarê Reqayê were girtin.
Di daxuyaniya Odeya Çalakiyê de ev agahî hat dayîn:
EM BI KOALÎSYONÊ RE TEVDIGERIN
"Di vê çarçoveyê de em ê di destpêkê de rêya navbera Reqa û Dêra Zorê kontrol bikin. Piştre jî em ê herêmên li qiraxa Çemê Firatê ne, rizgar bikin. Pêngav ê bi desteka hewayî ya koalîsyona navneteweyî û bi rengekî koordîneyî bidome.
Di hefteya bihurî de firsend bi destê hêzên me ket ku amadekariyên xwe bikin û planên xwe ji nû ve pêk bînin. Da ku em bigihêjin wê astê ku em bi vê rewşa hesas re têkildar bin. Amadekariya hêzên me temam bûne û moralê şervanan bilind e. Em li benda şerekî û berxwedan li dijî dijminan in, em bawer dikin ku hêzên me wê erka xwe serketî bi dawî bikin. Li ser vê esasê em mizgîniya rizgarkirina gelê xwe yê herêmê parve dikin û em bang li hemû welatiyan dikin ku piştgir,ya hêzên me bikin û li derdora hêzên me kom bibin. Em soz didin ku em ê sivîlan bi hemû hêza xwe biparêzin, ji bo em gelê xwe yê sivîl biparêzin, bi ewle bikin û dûrî herêmên şer bikin, em ê tekoşînê mezintir bikin."