Pêngava Xezeba Firatê: 70 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê duh danê êvarê êrîşî gundên Bîr Cerbo, Cerwa, Rîhaniyet, Ûm Tenek û Royan kirin, ku ev gundên navborî di Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de hatine rizgarkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh danê êvarê êrîşî gundên Bîr Cerbo, Cerwa, Rîhaniyet, Ûm Tenek û Royan kirin, ku ev gundên navborî di Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de hatine rizgarkirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şerekî dijwar rû da. Vî şerî heta saet 15:00 dewam kir. Di vî şerî de, ku balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî li çeteyan dan, 70 çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan, li herêma di kontrola hêzên QSD'ê de ye, man.
Wekî din, di şerê duh de hêzên QSD'ê 9 çekên kalaşnîkov, 52 şarjor, 2000 fîşekên kalaşnîkovê, 9 bombeyên destan, çekek M-16, 3 roketavêjên bi tîpa RPG B7 û 3 cîhazên dîjîtal ji ser çeteyan rakirin. Piştî vî şerê dijwar, hêzÂen QSD'ê li dora van gundan dest bi lêgerîn û karê paqijkirinê kirin.