Pêngava 15'e Tebaxê li Mexmûrê hate pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi şahiyekê 15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd hate pîrozkirin.

Bi wesîleya 37’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Wargeha penaberan a Mexmûrê bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên wargehê li Navanda Çand û Hunera Mexmûrê şahiyek hate lidarxistin.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Piştre li ser navê çalakvanê greva birçîbûnê yê koma 121’an Evdirehman Guler axivî.

Guler 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, girtiyên azadiyê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: "15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd e û ji bo me rojek dîrokî ye. Pêwîste em bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê şoreşê xurt bikin."

Piştî axaftina destpêkê koma muzîkê ya Mexmûrê û koma dîlanê ya Weqfa Jinê derketin ser dikê. Her wiha stranbêj Narîn Cizîrî jî derkete ser dikê û bi stranên xwe coş û heycana gelê Mexmûrê bilind kir.

Piştre jî koma Kevana Zêrîn a dîlanê ya zarokan derket ser dikê. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.