Pênc partiyên Kurd: Li dijî siyaseta Kurd şer hate ragihandin

Terora polîsên Tirk a li Hevserokatiya Bajarê Amedê ya HDP'ê, ji aliyê pênc partiyên Kurd ve hate şermezarkirin.

Nûnerên Tevgera Azadî, Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKK) û Partiya Azadî û Mirovan (PÎA) civîneke çapemeniyê li dar xistin û nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê dan.

Polîsên Tirk 8'ê Adarê avêtibûn ser avahiya Hevserokatiya HDP'ê ya Bajarê Amedê, 7 çalakgerên di greva birçîbûnê de destgîr kiribûn û li parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç xistibûn.

Civîna çapemeniyê ya pênc partiyên Kurd li avahiya Tevgera Azadî pêk hat û metneke hevpar hate xwendin. Serokê Giştî ya PDK-Bakur Sertaç Bûcak daxuyanî da û got, "Zexteke li derveyî hiqûqê li siyaseta Kurd û partiyên siyasî yên Kurd tê kirin."

Bûcak got, "Em êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar dikin û dixwazin ku kesên hatine destgîrkirin tavilê bêne berdan."

ŞER LI DIJÎ SIYASETA KURD HATE RAGIHANDIN

Bûcak diyar kir, êrîşên li dijî partiyên siyasî yên Kurd dema dawî veguherîne operasyoneke têkbirinê ya plankirî û got, "Lîderên Tifaqa Cûmhûr bi rojane xwe li zirxa parastina dewletê girtine û partî û kadroyên siyasî yên Kurdistanî dikin hedef. Di vê çarçoveyê de propagandayeke êrîşkar dikin û atmosfera hilbijartinê sor dikin. Wezîrê Karên Hundir ku ji ewlekariya welat û hilbijartinê berpirsyar e, bi daxuyaniyên xwe li dijî siyaseta Kurd şer ragihandiye."

Bûcak bi bîr xist, Dozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind, ji bo girtina partiyên siyasî yên ku navê Kurdistanê di navê wan de heye serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û got, lê belê bêyî ku li benda encama dadgehê bisekine, partiyên siyasî yên ku navê Kurdistanê di navê wan de heye, bi rengekî ne hiqûqî ji nava lîsteya partiyên siyasî derxistiye.

BI NÎJADPERESTÎ Û ZORDARIYÊ EMR DIRÊJ NABE

Bûcak got, "Kurdistan û partiyên siyasî yên Kurdistanê rastiyeke Tirkiyeyê ne" û bang li hikumetê kir ku dest ji siyaseta xwe ya tepisandinê berde.

Bûcak diyar kir, gelê Kurd wê di hilbijartinê de bersivê bide nîjadperestî û zordariyê û got, "Gelê Kurd ti carî rê nedaye nîjadperestî, neteweperestiya şoven û helwesta siyasî ya qure. Di çarçoveya qanûnî, aştiyane û siyaseta sivîl de wê bersiva pêwîst bê dayin. Bi nîjadperestî û zordariyê kes nikare emrê xwe dirêj bike."