Pêla ku ji jêr ve tê!
Gelek caran bi sedemên cuda û perspektîfan behsa giringiya dîrokî ya van rojan tê kirin ku em tê re derbas dibin.
Gelek caran bi sedemên cuda û perspektîfan behsa giringiya dîrokî ya van rojan tê kirin ku em tê re derbas dibin.
Ji bo ku mirov qanih bibe ku ev roj dîrokî ne û di nirxê dîrokî de ne divê mirov pêşdîtina geşedanên mitleq bike û her wiha pêşdîtiniya encamên van geşedana. Wekî dî ji gotinê wêdetir nabihurin. Heke ev pêvajoya dîrokî were nirxandin, dema ku encamên ku wê bi xwe re bînin li ser mînakên dîrokî were rûniştandin mirov dikare çi bibêje?
Çend roj berê dema ku hevalekî serdema têkoşînê ya têdeyî analîz dikin bal kişande xalên hev şib ên vê pêvajoya têkoşînê û Şoreşa Rûs a 1905’an. Tê zanîn 1905 weke pêşgava şoreşa Cotmehê ya Sowyetê ye. Heke em dubare bikin, çalakiyên girseyî ne ku gel bi xurtî bersiv dida. Çalakî rasterast rejîma Çarlik ji xwe re dikirin hedef. Heke em bi lîteratûrê derbibirin daxwazên gel ji hêla rejîmê ve bi terora dewletê dihate bersivdan, komkujî dikirin. Berxwedan bi rengê raperînên karker, gundî û leşkeran pêk dihat. Çalakiyên ku du rojên pêşî bi rengekî aştî dom kirin 9’ê Kanûnê veguherin çalakiyên çakdarî. Hilweşîna rejîma Çarlik û raperîna çekdarî ya li hin deveran têk diçin û raperîna gel û berxwedan tê çewisandin. Di encama êrîşên artêşa Çarlikê de bi sedan mirov têne kuştin.
Ev rewşa ku di pêvajoya berxwedan û têkoşîna şoreşê de tê jiyîn demdemî ye. Di Rûsyaya Çarlik de ku aboriya wî jî şikiyaye heilweşîneke mezin pêk tê. Lenîn diyar dike ku Rûsya di pêvaojeyeke şoreê de ye û diyar dike ku pêşeng bi rêxistinî tevnegerin balê dikişîne ser talokeyan û rexneyan tîne. Bi pêşengiya Bolşewîkan li dijî împaratoriya Çarlik têkoşîna karker û gundiyan didome, bi şoreşa Sibatê û piştre jî Şoreşa Cotmehê bi ser dikevin ku şoreşê serfiraz bikin. Rûsyaya Çarlik ku ji bo gelan weke girtîgehê dihate pênasekirin, ji hêla gelan ve bi rengekî ku careke dî nikaribe vegere tê hilweşandin.
Em şoreşgerên Kurd û Tirkiyê, beşên demokrat divê em rengên hevşib ên serdema me bibînin, têrnekariyên dema bihurî bibînin û divê em tespît bikin ku rastiya civaka rêxistinî me baş dernexistiye holê. Em di serdemeke ku dişibe pêvajoya beriya şerê cîhanê yê 1. û dema şer. Hin jê vê serdemê dişibînin pêvajoya dawî ya Osmanî ya dema Abdulhemît. Em bişibînin pêvajoya şoreşê ya Ebdulhemîd jî û bişibînin pêvajoya şoreşê ya Sowyetê jî tişta ku were dîtin ew e ku li Tirkiyê pêvajaya têkoşîna şoreşê heye. Heke ev pêvajoya têkoşîna şoreşê ji hêla gelan û hêzên demokrasiyê ve rast were xwendin û pêşengiya wê rast were kirin, wê Tirkiye ya ku girtîgeha gelan, civakan, komên baweriyê yên cihê, jin û ciwanan e, veguhere Tirkiyeyeke ku azadî û demokrasî lê serfiraz bûyî.
Pêla ji jêr ve tê navê yek ji girîngtirîn roma Ilya Ehrenbûrg e û berhemeke giranbiha ye. Belê li Kurdistan û Tirkiyê em kevneşopiya têkoşîneke wiha ne ku pêleke kûrtir heye û tecrûbeyeke ji ya pêvajoya şoreşa 1905’an girantir jî hatiye jiyîn. Ti kêmasiya desthilatariya Erdoganê faşîst weke Rûsyaya Çarlik ji hêla gelan, mirovahiyê, dijminatiya li ked û jinan ve nîn e. Hêrsa li dijî vê qirkirina faşîst û polîtîkaya komkujiyê, gelê me yê ku kîn û berxwedana xwe civandî, helwesta ku jin û ciwanan 8’ê Adarê û Newrozê nîşan dayî weke aysberga vê pêlê ye ku ji kûr ve tê. Divê em pêşbîniya wê bikin ku bandora pêla ku ji kûr ve tê û hejandina wê, wê mezin be û wê desthilatdariya faşîst a Erogan û AKP’ê bi rengekî ku careke dî nikaribe veje, têk bibe.
Mewziyeke dî ya têkoşînê ya vê pêla ku ji kûr ve tê zindan in. Zindanên ku bi 10 hezaran şoreşger lê ne di nav pêvajoyeke girîng a berxwedanê de ne. Li Kurdistanê û Tirkiyê pêşengiya berxwedaniya zindanan a di pêvajoyên krîtîk de, tam bûye helwesta pêşengiya şoreşger. Rê li ber sedema geşedan û encamên dîrokî vekiriye. Berxwedana Mezin a 14’ê Temûzê yek ji van mînak e. Careke dî jî berxwedana zindanan hatiye rewşeke krîtîk. Divê mirov jirêzê nêzî vê pêvajoya berxwedanê nebe û bi helwesteke rêxistinî û berxwedanê divê ev pêvajoya têkoşînê were xurtkirin.
Pêşengî jî di pêvajoyê wiha de derdikeve pêş. Heke tê xwestin ku pêvajoya şoreşê rast were xwendin û li gorî vê pêşengî were kirin tam dema wê ye. Pêleke şoreşger a ji kûr ve tê her der dorpêçaye, dîtina vê û kirina tişta hewce wê rê li ber veke ku bersiveke rast ji bo vê pêvajoya dîrokî were dayin û wê me jî bike kesayatiyên dîrokî. Gelê me û hemû hêzên demokrasiyê bi kelecaniya pêşrojên serkeftinê divê pêşengiya vê pêvajoyê bikin, hêviya her kesî ev e.