PDK zextê li Êzidiyên li kampan dike ku li dijî YBŞ'ê derkevin

Hat ragihandin ku asayîşa PDK’ê zor li ser civaka Êzidî ya li kapmên nêzî Duhokê kiriye, ku wan tevlî xwepêşandana li dijî YBŞ'ê bike. Lê gel ev qebûl nekiriye.

PDK a ku li hemberî nerazîbûnên mezin ên li dijî êrîşên li ser Xanesorê tengav bûye, hewl dide ku bi darê zorê gelê li kampan bibin xwepêşandanan. 

Li gorî agahiyên ku mamosteyek li kampên Êzidiyan ên li nêzî Duhokê dane, asayîşa PDK’ê zor li şêniyên kampê kiriye ku îro li hemberî hêzên YBŞ’ê derkevin xwepêşandanê. Lê gel qebûl  nekiriye û ev yek red kiriye. Li ser vê yekê asayîşa PDK’ê çuye dibistanan û hemû ders dane betalkirin ku xwendekaran bi zorê bibin xwepêşandanê.