PDK û YNK li ser çi li hev kirine?

Piştî gelek hevdîtinên di navbera PDK û YNK’ê, hate diyarkirin ku peymaneke ji bo 4 salan îmze kirine. Tê diyarkirin ku peyman li ser Kerkûk, kêşeyên bi Bexdayê re û hikumeta nû ye.

Kêşeyên di navbera PDK û YNK’ê digihêje heta dema ku YNK ji nav PDK’ê xwe ava kiribû. Ji ber vê kêşeyan di salên 1980 û 1990’an de di navbera herdu partiyan de şer çêbûbû û bi bi hezaran mirov mirin. Di 30 salên dawîn de jî ev bûye têkoşîna parvekirina desthilatdariyê. Bi pêkanîna DYE ya di salên 1991’î de, li Hewlêr û Silêmaniyê du rêveberî derketin holê. Piştre DYE di sala 1998’an de rehmetî Celal Talabanî û Mesûd Barzanî anî ba hev û peymaneke nû bi wan re da îmzekirin. Di sala 2003’an de dema ku DYE mudaxeleyî Iraqê kir, bi awayekî fermî Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ava bû. Piştî avabûna vê rêveberiyê di navbera herdu partiyan de têkoşîna serweriyê dest pê kir. Bi referandûma serxwebûnê ya di sala 2017’an de, nîqaşên di navbera herdu partiyan de, rengekî nû wergirt. Ji ber ku Celal Talabanî nexweş bû û PDK hewl da ji vêya sûdê werbigire û rêveberiya herêmî têxe bin kontrola xwe.

JI NAKOKIYAN BER BI HILBIJARTINÊ

Kêşeyên bi hikumeta Iraqê yên ku piştî referandûmê dest pê kir, herdu partî careke din anî ba hev. Piştî ku Iraqê mudaxeleyî Kerkûkê kir û bi dest xist, herdu partiyan hevdu sûcdar kirin. Tevî van nakokiyan di 12’ê Gulana 2018’an de li Iraqê hilbijartinê giştî hatin kirin, di 30’ê Îlona 2018’an de jî hilbijartinên herêmî hate kirin.

5 meh ji ser hilbijartinên herêmî derbas bûye lê hê jî tu hikumet nehatiye avakirin. PDK û YNK ji bo avakirina hikumetê heta niha gelek hevdîtin kirin. Lê ji ber wezaretên ku Bexda dide Kurdan û ji ber nelihevkirina PDK û YNK’ê ya li ser Walîtiya Kerkûkê, herdu partiyan li hev nekiribûn.

PEYMANEKE JI BO 4 SALAN HATE ÎMZEKIRIN

Ji ber plana DYE ya ji bo çareserkirina kêşeyên li Kerkûk û herêmên bi nîqaş, herdu partî di demên dawîn de zêdetir hatin ba hev. Rayedarên herdu partiyan duh cara dawîn hatin ba hev û li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê, herdu partiyan peymaneke ji bo 4 salan îmze kirine.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku li ser meseleya hikumeta nû, meseleya Kerkûkê û têkiliyên bi Bexdayê re peymaneke heta 4 salan hatiye îmzekirin.

Di dûmahîka daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev peyman teslîmî polîtburoyên PDK û YNK’ê hatiye kirin.

Rayedarekî PDK’ê Bilind Îsmaîl derbarê peymanê axivî û diyar kir ku peyman gelekî berfireh e û ji bo çareserkirina gelek kêşeyan nexşerê ye.

Îsmaîl diyar kir ku polîtburoyên PDK û YNK’ê li ser teksta peymanê li hev kirine û di demeke kurt de ew ê daxuyanî were dayîn.

Rayedarên YNK’ê jî diyar dikin ku peymana nû ew ê tevkariyê li çareseriya hemû kêşeyan bike. Rayedarekî YNK’ê Rêbwar Îsmaîl jî derbarê peymanê axivî û got ku ji xeynî lihevkirina di navbera PDK û YNK’ê tu rêyeke din tune û ew ê ev peyman Kurdistanê bigihîne qonaxeke nû.

Berê jî di navbera PDK û YNK’ê de 3 peymanên stratejîk hatibûn îmzekirin. Rayedarên herdu partiyan jî diyar dikin ku vê peymana 4’emîn gelekî girîng e.

PIRSÊN DERBARÊ PEYMANÊ

Ligel van daxuyaniyên li ser peymanê hê jî ne diyar e ku ew ê waliyê Kerkûkê ji kîjan partiyê be û ew ê Wezareta Dadê ya ku Iraqê dabû YNK’ê lê PDK îtîraz kiribû, ew ê li ser wê lihevkirineke çawa were kirin. Derbarê parvekirina nîvenîv, Serokatiya Parlementoyê û Alîkariya Seroktiyê jî tu tişt nehatine diyarkirin.