PDK û YNK’ê civîneke hevpar li dar xistin

PDK û YNK’ê ji bo muzakereyên avakirina hikumeta nû ya li Iraqê bi hev re civiyan. Piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û hate diyarkirin ku divê Kurd li Bexdayê xurt bin.

PDK û YNK îro saet di 11.30’an de li Hewlêrê civiyan. Di civînê de geşedanên li herêma Kurdistanê û yên li Iraqê hatin nirxandin û avakirina hikumeta li Bexdayê hate nîqaşkirin.

Piştî civînê endamê polîtburoya YNK’ê Sadî Ahmed Pîre û endamên polîtburoya PDK’ê Mahmûd Mûhammed daxuyaniyeke hevpar dan.

Berdevkê PDK’ê Mahmûd Mûhammed got ku, “Divê Kurd li Bexdayê xurt bin. Di navbera me û YNK’ê de koordînasyonek heye. Me li ser mijaran nîqaş kir. Ew ê deriyê me yê diyalogê ji her kesî re vekirî be.”

Sadî Ahmed Pîre jî got ku, “Xala 140’emîn a destûra bingehîn di serî de, divê hemû zagon û xal werin pêkanîn.”

Pîre got ku, “Berê jî li ser herêma Kurdistanê ambargo hatibû dayîn lê pêkanînên bi vî rengî tu encamê nade. Ev pêkanîn bi kêrî Iraqê jî nehat. Divê mirov vegere ser prensîbên ku Iraq li ser wê hatiye avakirin.”

Pîre diyar kir ku deriyên PDK û YNK’ê ji hemû partiyên Kurdistanî re vekiriye û got, “Armanca sereke ya vê projeyê ev e ku mafên gelên Kurdistanê pêk were. Em dixwazin hemû alî di vê projeyê de cih bigirin.”