PDK û MÎT'ê navendên hevpar ên kar ava kirin!

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin. Eşkere bû ku PDK û MÎT'ê 4 navendên kar ên hevpar ava kirine. Li wan navendan karên keşif, êrîş û sîxurkirinê tên kirin.

Operasyon û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê didomin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji bo operasyon li qadeke berfireh bê meşandin li herêmên Zaxo, Duhok, Amediye û Bradostê PDK û MÎT'ê 4 navendên kar ên hevpar ava kirine. Çavkaniyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku hemû yekîneyên MÎT'ê û PDK bi rengekî koordîneyî li wan navendan dixebitin, karên sîxurkirinê, keşif û plana êrîşê amade dikin.

Hate ragihandin yek ji wan navendan li Çiyayê Pirefatê yê navbera Barzan û Balekayetî ye û karên keşif û gelek karên leşkerî lê tên kirin. Navenda duyemîn li pêşiya tunela navbera Zaxo û Duhokê ye ku karê sîxurkirinê lê tê kirin û hewl tê dayin deverên ku PKK'î lê ne tespît bikin.

Li navenda li Şeraniş a Zaxoyê jî karê sorkirina gel li dijî PKK'ê tê kirin.