PDK nahêle 5 girtiyên Şêladizê yên biryara berdana wan heyî bên berdan

CPT’yê bi daxuyaniyekê ragihand, tevî ku biryara dadgehê ya serbest berdana 5 girtiyên Şêladizê heye jî lê heya niha nehatine berdan.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) têkildarê rewşa 5 girtiyên Şêladizê daxuyaniyek nivîskî weşand. CPT di daxuyaniya xwe de bal kişande ser binpêkirina eşkere ya biryara serbest berdana 5 girtiyên Şêladizê ya ji aliyê dadgehê ve hatibû dayîn û wiha hat gotin, “Biryar bû girtiyên Şêladizê: Kovan Tariq, Yusuf Şerîf, Nêçîr Bedîh, Mehmud Nacî û Ehmced Rêkanî di dawiya meha borî de bi şertê kontrola edlî bihatibana berdan. Lê heta niha di girtîgehê de têne ragirtin. Her wiha ti tiştek li ser çarenûsa wan jî nayê zanîn.”

Di daxuyaniya CPT’yê de her wiha ragirtina her 5 girtiyan a di girtîgehê de tê şermezarkirin û tê gotin ku ew wek CPT ji rewşa tendirûstî ya beşek ji girtiyên Şêladizê yên di girtîgeha Çaksazî ya Gewran a Hewlêrê de bi fikarin.

Her 5 çalakvan nêzî 19 mehin di girtîgehê de ne. Roja 16’ê Gulana 2022’an jî rûniştina dozê ya wan hat lidarxistin. Dadgehê bi hêceta ‘hewildan ji bo avakirina koma çekdarî, alîkarî dayina PKK’ê û rêxistinkirina xwepêşandanên tundutijiyê’, li gorî madeya 1 a yasaya hejmar 21 a sala 2013’an a Parlementoya Herêma Kurdistanê ji her yek ji wan re du sal cezayê girtîgehê birî.

Her wiha dadwer biryar da ku ew bi şertê kontrola edlî bên berdan. Li gorî biryarê diviyabû her 5 girtî dawiya meha Hezîranê bihatibana berdan, lê heta niha nehatine berdan.