PDK li Metînayê ji bo artêşa Tirk a dagirker baregehê ava dike

Li qada Girê Ortê ya Metînayê PDK ji bo artêşa Tirk a dagirker baregeh û stargehan ava dike.

Li qada Girê Ortê ya Metînayê ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze bi êrîşên dagirker lê bi cih bibe, PDK ji bo artêşa Tirk a dagirker baregeh û stargehan ava dike.

Artêşa Tirk a dagirker di 17’ê Nîsana 2022’an de li ser Zap, Metîna û Avaşînê êrîşên dagirker dabû destpêkirin. Li hemberî vê êrîşa dagirker berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê didome. Îxaneta PDK’ê ya li hemberî Kurdistanê careke din derket holê.

Li qada Girê Ortê ya Metînayê ku artêşa Tirk ev demek e hewl dide lê bi cih bibe, hêzên PDK’ê tevî wesayîtên zirxî bi kepçe û greyderan xebatekê dike. Vê hewldana PDK’ê hate qeydkirin.

HÊZÊN PDK’Ê JI LEŞKERÊN TIRK RÊ ÇÊDIKE

Li vî girî berê jî leşkerên Tirk hewl dida yekîneyên xwe yên veşartî bi cih bike û a niha jî hêzên PDK’ê berî bi kepçe û greyderan rê çêdike û piştre dest bi avakirina baregeh û stargehan dike. Derketibû holê ku yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk ji bo ku gerîlayên azadiya Kurdistanê êrîşî wan neke, hêzên PDK’ê leşkeran diparêze.

DAGIRKERAN BERÊ JÎ DERB XWARIBÛN

Ev qad li bakurê navçeya Kanî Masiyê ye û leşkerên Tirk berê jî hewl dabû vê qadê dagir bikin. Leşkerên Tirk gelek caran bûbûn hedefa gerîlayên HPG û YJA Starê û nikaribû li vê qadê bi cih bibe. Ji ber vê PDK ketibû dewrê. Yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker bi pêşengiya PDK’ê di bin alaya Herêma Kurdistanê ya Federe hatibûn parastin.