PDK ji bo veşartina têkçûna xwe ya di hilbijartinan de, dixwaze Quranê bişewitîne

Asayişa PDK a Soran dixwaze bi rêya senaryoya şewitandina Quranê, tevlîheviyê çêbike û rojeva hilbijartinan biguherîne.

Li gorî nûçeyek ajansa Rojnewsê, Asayişa Soran ku hêzeke girêdayî PDK'ê ye, nivîsek ji bo xalên kontrolê şandiye û ev nivîs ketiye destê ajansa Rojnewsê. PDK dixwaze îşev bi rêya senaryoya şewitandina Quranê tevlîheviyê çêke û bala gel ji ser rojeva hilbijartinan biguherîne. PDK dixwaze PKK'ê bi vî karî tawanbar bike.

Di nivîsê de du navên xeyalî hatine ku tê gotin ew ser bi PKK'ê ne û dixwazin Quranê bişewitînin. Lê eşkere ye ku PDK bi rêya vê senaryoya têkçûyî dixwaze têkçûna xwe ya di hilbijartinan de veşêre û alîkariya propagandayên dewleta Tirk bike.