PDK ji 1991’ê û vir ve tevlî êrişên dewleta Tirk dibe, gerîla şehîd dixe

PDK a ku xwe weke tevgereke Kurdî dide nasîn ji sala 1991'ê û vir ve li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê li gel artêşa Tirk cihê xwe di operasyonan de digire û gelek caran bûye sedema şehîdkirina bi sedan gerîlayî.

Dewleta Tirk a dagirker di bin navê 'operasyonên derveyî sînor' de heta niha bi dehan caran êrişî Başûrê Kurdistanê kir PDK'ê jî gelek caran cihê xwe di nava van êrişên li ser gerîla de girt.

Cara destpêkê artêşa dewleta Tirk 25'ê Gulana 1983'an de li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên xwe yên dagirkeriyê kir.

Ji roja ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dest bi têkoşîna azadiya Kurdistanê kiriye, hevkarî-nokerî tim li pêşiya têkoşînê bûye asteng. Yek ji van astengiyan jî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ye.

Dewleta Tirk li ser planên têkbirina PKK'ê û hevkariya siyaseta şaş a PDK'ê û rêveberiya hikûmetê ku Malbata Barzanî pêşengtiya vê dike, kiriye ku bi dehan baregeh û navendên MÎT û artêşa Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê bên avakirin û di vê çarçoveyê de xort û keçên Kurd ên ji bo azadiyê têdikoşin şehîd bibin.

HINEK BAREGEHÊN ARTÊŞA TIRK ÊN LI HERÊMA KURDISTANÊ

Ji deriyê sînorê yê Xabûrê ber bi rojhilat ve li Batûfa, Barmernê, Amediyê, Dêralûk û Şêladizê kampên artêş û îstîxbarata dewleta Tirk hene. Em bala xwe bidin ser hûrgiliyên wan:

*Armanca kampên li Batûfa Barmernê û Amediyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li bakur e; hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re armanc ew e ku zext li herêma Heftanînê were kirin.

*Bi rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şêladizê, dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin.

*Bi kampa Dêralûkê, tê armanckirin ku têkiliya navbera herêmên Zap û Garê were birîn.

*Li ser sînorê Metîna; qereqolên Deştan, Karataş, Tepê Sor, Mehmetcîk Tepesî, Kanîmasî û 3 girên bi vê ve girêdayî, Aşûtê, Zavite, Koprullu, Serbesta, Aroşe û Elemine hene.

*Li ser sînorê Zapê, navenda leşkerî ya sînor a 49. Alaya Çelê, Girê, Şikêr, Sîvrîtepe, Serê Sêvê, tabûra topan a Êrîşê, qereqolên Bilican, Xantepe, Ertûş û girên Kale, Koordîne, Elîşêr hene.

*Ji Dêralûkê ber bi başûrrojhilatê Başûrê Kurdistanê ve li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.

*Ji herêma Soranê ber bi bakur ve, di ser Deşta Hêlê mirov digihêjin Sidekayê. Di armanca kampên li vê herêmê de Xinêrê, Xakurkê û Kelaşîn hene. Xeta Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê xeta sînorê fermî yê Tirkiye, Îran û Iraqê ye.

*Li herêmên Sengeser, Ranya û Qeladizê jî armanca bingehîn, êrîşên li dijî Qendîlê ye.

*Li herêma Cîlo ya li bakurê herêmên Xinêrê û Xakurkê, qereqolên Oremar û Şitazinê; li sînorê Avaşînê qereqolên Bêsosin, Herkî, Girê Nereze, Bezele û Barokê; li Xakurkê jî qereqol û baregehên Xapiskê, Harûna û girê Konserve hene.

CIHÊN WEKE PÊŞMERGE LÊ NÎŞAN DIDIN, MÎT Û PARASTIN LÊ YE

Demê dawî bi hevkariya Îstixbarata PDK’ê Parastin li gelek deveran MÎT hatiye bicihkirin û li navendên mîna cihên Pêşmergan tê nîşandan, lê MÎT û îstixbarata Tirk û Parastin cih digirin û li van cihan qadên gerîla dişopînin û li ser tevgera gerîla û lojîstîkî agahî didin artêşa Tirk û di vê çarçoveyê de êrîşî qadên gerîla tê kirin. Di vê çarçoveyê de heta niha bi dehan pêşengên PKK’ê yên mîna Helmet (Diyar Xerîb), Qasim Engîn, Demhat Egîd û Cemîl Amed û bi dehan gerîla yên din hatine şehîdkirin.

OPERASYONÊN KU PDK TEVLÎ BÛNE

-5-13'ê Tebaxa 1991'ê artêşa Tirk dîsa tevgereke dagirkeriyê ya bi navê ‘Supurge Harekati/Tevgera Maliştinê’ da destpêkirin û bê encam vekişiya. Lê belê bi zelalî nayê zanîn ka çiqas leşker tevlî bû û bilançoya wê çiqas e.

-Artêşa Tirk, di navbera 5'ê Cotmeha 1992-15'ê Kanûna 1992'an bi serkêşiya generalê Tirk Dogan Gureş, dîsa tevgereke dagirkeriyê pêk anî. Pêşmergeyan di vê operasyonê de cihê xwe li gel dewleta Tirk girt û li dijî gerîlayên Tevgera Azadiyê şer kirin. Di derbarê vê tevgera dagirkerî û nokeriyê de jî encam û bilanço bi zelalî nayê zanîn. 

-Di Cotmeha 1992'an de artêşa Tirk bi heman armancê li dijî herêma Xakûrkê xwest tevgereke dagirkirinê pêk bîne. Lê belê nekarî pêk bîne û bi awayekî bê encam vekişiya.

-21'ê Adara 1995-2'ê Gulana 1995'an dîsa artêşa Tirk bi navê ‘Çelîk harekati/Tevgera Pola’ bi serkêşiya fermandarê artêşa Tirk Hasan Kundakçi da destpêkirin. Weke yên beriya xwe ev jî bê encam neçar ma vekişe. Di vê operasyonê de jî hêzên PDK'ê tevlî operasyonan bûbûn. Di vê tevgera dagirkerî û nokeriyê de dewleta Tirk û pêşmergeyên bi fermana PDK’ê tevlî operasyonê bûyî, derbên giran xwarin û gelek kuştî û birîndar li pey xwe hiştin û paşde vekişiyan. 

-Nîsana 1996'an dîsa artêşa Tirk tevgereke dagirkirinê bi navê ‘Atmaca/Başok’ bi serkêşiya Hîlmî Ozkok da destpêkirin lê nekarî zêde dirêj bike, neçar ma vekişe.

-Di navbera 14'ê Hezîrana 1996 û Çileya 1997'an dîsa artêşa Tirk bi navê ‘Tokat’ xwest tevgereke dagirkeriyê bide destpêkirin lê belê ev jî weke yên beriya xwe destvala û têkçûyî paşde vegeriya û Tokateke (Sîleyek) Kurdî ji gerîla xwar!

-Di navbera 12'ê Gulana 1997 û 7'ê Tîrmeha 1997'an dîsa artêşa Tirk bi serkêşiya Altay Tokat operasyoneke dagirkeriyê ya bi navê ‘Çekîç/Çakûç’ da destpêkirin. Di vê operasyona bi fiyaskoyê encam bûyî de jî artêşa Tirk bi awayekî tar û mar li pey xwe nenêrî û vekişiya.

-25'ê Îlona 1997-15'ê Cotmeha 1997'an artêşa Tirk tevgera berfireh a dagirkeriyê ya bi navê ‘şafak’ bi serkêşiya fermandarên Tirk Î.Hakki Karadayi, Huseyîn Kivrikoglu û Îhsan Kiliç pêk anîn. Lê ev hewldana wan jî bi fiyaskoyê encam bû. Di vî şerê li dijî PKK’ê yê sala 1997’an de dîsa hêzên PDK'ê cihên xwe li gel artêşa Tirk girtibûn û ligel artêşa Tirk şerê birakujiyê kirin.

-Nîsana 1998-Gulana 1998'an dîsa artêşa Tirk bi deh hezar leşkeran dest bi ‘Operasyoneke Mezin’ a bi navê ‘Murat’ kir. Di vê operasyona dagirkeriyê de jî PDK’ê dîsa li dijî şervanên Kurd, hevkarî li gel dewleta Tirk kir û tevlî şerê birakujiyê bû. Ango bû pêlîstok û amûrê dewleta Tirk û bû sedem ku di navbera Kurdan de birînên neyên pêçan vebin!

-Di sala 1999'an de artêşa Tirk ji bo cara 24’an derket operasyona 'derveyî sînor'. Aqûbeta vê operasyona bi navê 'Sandevîç' jî mîna yên beriya xwe bû.

-Artêşa Tirk tevî PDK'ê di 4'ê Gulana 2000'î de êrîşî Heftanînê kir û neçar ma piştî 4 rojan xwe vekişîne.

-2014: Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir, PDK û dûvelinga wê ENKS li Til Eran, Til Hasil, Serêkaniyê û Efrînê, li gelek deverên din êrîş anî. PDK ku hê jî di nav muxalefeta Sûriyê ya bi desteka dewlta Tirk e, hevkariya xwe didomîne.

-2014: PDK'ê, Tebaxê dema ku DAÎŞ'ê bi ser Şengalê de girt, xwe vekişand û Êzîdî bi hêviya qirkirnê hiştin.

15 Nîsan 2020: Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Zînê Wertê ku dikeve navbera çiyayê Karox û Binarê Qendîlê bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn.

-2017: PDK ya ku gel bi hêviya qirkirinê ve hişt, li ser xeta Sînûnê û Xanesorê êrîş bire ser hêza berevaniyê ya Êzîdiyan YBŞ'ê. Di êrîşan de keça Êzîdî Nazê Nayif û nûçegihan Nûjiyan Erhhan, her wiha 5 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn.

2017: PDK ya ku li gel hemû hişyariyan jî biryara referandûmê standî, piştî ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabî bi ser de hat bû sedem ku 48 ji 100'î yê xaka Başûr ji dest Kurdan derkeve.

-2018: Komên çete yên çekdar ên ENKS'ê ya bi ser PDK'ê ve, di êrîşên dewleta Tirk de yên bi ser Efrînê de bi çalakî cih girtin.

-2020: 9'ê Cotmehê PDK vê carê jî ji bo ku pergala Êzîdiyan a li Şengalê berbelav bike, ku 2017'an Şengal berdabû, bi hikûmeta navendî re peyman danî.

-26’ê Tîrmeha 2021’ê komeke gerîla ya ji 3 kesî Serwer Serhat (Erdal Aslan / Erzirom), Wargeş Çavreş (Ayhan Tatli/Şirnex) ve Dijwar Berxwedan (Mahmut Xelef/Hesekê) pêk dihat ku bi pêşengtiya Serwer Serhat li gundê Bêxmê ji aliyê çeteyên PDK’ê ve hatin şehîd kirin, heta niha li ser aqûbet û cenazeyê wan ti agahiyek nehatiye dayîn.

-Şeva 28-29'ê Tebaxê li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê dema komeke gerîla ji 7 kesî pêk dihat diçû ser erka xwe hêzên çeteyên PDK’ê yên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ ew xistin kemînê 5 gerîla şehîd bûn û yek jê rigar bû, aqûbeta yek ji gerîlayan jî diyar nîne.

Her wiha di operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 23’yê Nîsana 2021’ê ya sala borî ku li Avaşîn, Metîna, Zap û Herêmên Parastina Medyayê bi giştî dabûn destpêkirin, PDK’ê bir ola tengkirin û girtina rêyên gerîlayan hatibû wezîfedarkirin. Komek gerîlayên ji bo nekevin rewşeke şer dema ku cihê xwe diguherandin ji ber hêzên PDK’ê bûn hedefa êrîşên Tirk û wiha şehîd bûn.

'ŞERÊ KURD BI KURD HERAM E’, LÊ TEVLÎ OPERASYON DIBIN Û GERÎLA ŞEHÎD DIKIN

Dema mirov li tabloya jor dinêre, dibîne ku gotina Serokê PDK’ê Mesût Barzanî ya ‘Heta saxbim rê nadim şerê Kurd bi Kurd. Şerê Kurd bi Kurdan heram kiriye’ tenê gotin maye û vala ye. 

Ji ber di gelek operasyonan de cih li gel dewleta Tirk girtiye û heta raste rast gerîla şehîd kiriye. 

Piştî daxuyaniya KCK’ê ya 26’ê Adara 2022’an a agahî girtine ku PDK li gel artêşa Tirk êrîşî qadên gerîla bike, careke din hevkarî û dijminahiya PDK’ê ya li Tevgera Azadiya Kurdistanê kete rojeva Kurdan. 

Niha jî çav li rê ye bê ka wê PDK çi hincet û sedemê nîşan bide ku êrîşên dewleta Tirk û hevkariya xwe ya bi dagirkerên Kurdistanê re rewa bide nîşandan. 

Piştî van dengoyan li nava raya giştî ya Kurd helwestên mezin tên nîşandan û bi taybet bang li PDK’ê û hemû aliyên Kurdî tê kirin ku div ê mijarê de hestyar bin.