PDK rojnamevana Hollandî Geerdink dersînor dike

Hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve rojnamevana Hollandî Frederike Geerdink a ku dixwest ji Hewlêrê derbasî Rojava bibe asteng kirin û niha jî dersînor dike.

Hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve rojnamevana rexnegir a Hollandî Frederike Geerdink ku dixwest li ser Hewlêre re derbasê Rojavayê Kurdistanê bibe, asteng kir û niha jî dersînorê Hollandayê dike. Rojnamevan Frederike Geerdink bi salane têkildarî Kurdan û Kurdistanê dixebite.

Geerdink, têkildarî mijarê di hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de agahî parve kir. Li gorî agahiya ku Geerdink belav kiriye, xwestiye derbasê Rojavayê Kurdistanê bibe, dema nêzî sînorê Rojava bûye hêzên çekdar ên PDK’ê rê nedane derbas bibe û wê vegerandine Hewlêrê.

Freederike Geerdink aşkera dike ku rêveberiya Hewlêrê wê weke ‘Mirova li herêmê nayê xwestin’ îlan kirine û niha ji bo dersînorkirinê wê birina balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê.

Hate zanîn ku Freederike ji ber ku PDK û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re bi nûçe û bernameyan rexne dike, hatiye astengkirin û tê xwestin dersînor bikin.