PDK’ê li Bamernê nûqteyên kontrolê yên nû ava kirin

Hêzên PDK’ê li Bankê ya girêdayî bajarokê Bamernê ya navçeya Amêdiyê nûqteyên kontrolê yên nû ava kirin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwecihî girtin, hêzên PDK’ê 25’ê Mijdarê hêzekî zêde sewqî bajarokê Bamernê kiriye.

Parelel li Bankê ya heman herêmê nûqteyên nû yên kontrolê hatin avakirin.

Çavkaniyên bûyerên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin, diyar kir ku avakirina nûqteyên kontrolê ‘dagirker’ ji bo derbasbûna Şengalê bixin di bin kontrolê de dikin armanc.

Her wiha li Bamernê ji sala 1990’î û vir ve navendên Tirkiyeyê hene. Dewleta Tirk li navendên ku avakirine bi desteka lojîtîkî ya PDK’ê herêmên temamkirî bikar tîne, li vê derê li gel tank û hameran cûreyên hewan û obusan hene.

Sewqkirina hêzê ya PDK’ê ya herêmê di demekê de ye ku hikûmeta navendî ya Iraqê bi hezaran leşker û polîsên hêzên taybet sewqî Şengalê kiriye pêk hatiye.

Piştî peymana 9’ê Cotmehê ha di navbera Bexda û Hewlêrê hate kirin û şûnde 24’ê Mijdarê dest bi sewqiyata leşkerî û çekan hate kirin. Di nava 2 rojan de bi kêmanî 8 hezar leşker sewqî Şengalê hatin kirin.

PDK’ê di nava mehên dawî de taybet li gel hikûmeta Tirk bi kordîneyî ji bo herêmên gerîla di nava xebatên sewqkirina leşker û îstixbaratê de ye.

Tevî nerazîbûn û helwest û bangên sazî û gelek derdoran di serî de li Kurdistan û Ewropayê jî, tevgera leşkerî ya li qadên gerîla û Şengalê dewam dike.