PDK'ê hêzeke zêde şand Kurêjaro
Li herêma Kurêjaro di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran diqewime. PDK'ê jî hêzeke zêde ya leşkerî şand bajarokên Şêladizê û Dêrelokê ku li biniya çiyayê Kurêjaro ne.
Li herêma Kurêjaro di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran diqewime. PDK'ê jî hêzeke zêde ya leşkerî şand bajarokên Şêladizê û Dêrelokê ku li biniya çiyayê Kurêjaro ne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, hêzên PDK'ê ber bi bajarokên Şêladizê û Dêrelokê ve hêzeke mezin şandine ku bejahiya vê herêmê li çiyayê Kurêjaro di navbera gerîlayên HPG û artêşa Tirk de şerekî giran diqewime.
Dîmenê vê veguhastina hêzên PDK'ê hate kişandin.
Heman çavkaniyan ragihandin ku PDK hîn jî hêzên xwe yên leşkerî dişîne herêmên gerîla.