PDK’ê cezayê ‘3 qutî piskêt ji gerîla re biriye’ li mamosteyekî birî!
Hat zanîn ku dadgeha Hewlêrê bi hinceta ku ‘3 qutî piskêt ji gerîla re biriye’ cezayê hepsê li mamoste Loqman Necim Becîd birî.
Hat zanîn ku dadgeha Hewlêrê bi hinceta ku ‘3 qutî piskêt ji gerîla re biriye’ cezayê hepsê li mamoste Loqman Necim Becîd birî.
Îro li Dadgeha Hewlêrê bi tometên bê bingeh û ne rewa runiştina doza Mamosta Loqman Necim Becîd hate lidarxistin
Dadgeha Hewlêrê bi ‘tometa’ ku 3 qutî piskêt ji Gerîlayên Azadiyê re biriye, salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Mamosta Loqman Necim ferz kir.
Mamoste Loqman Necim Becîd beriya niha jî ji ber beşdarbûna xwepêşandanan û balkişandina li ser pirsgirêkên mamostayan, du caran ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû girtin.