PDK xwe ji şer re amade dike

PDK hêza xwe ya leşkerî li xeta Şeladizê-Duhokê zêde kir û bi vî rengî amadekariya şer dike.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me yên li herêmê ragihandin, PDK amadekariyan dike ku hêza xwe ya leşkerî li hemû bajarok û navçeyên Herêmên Parastinê yên Medyayê kom bike.

PDK amadekariyan dike ku bi taybetî hêzên xwe bişîne xeta Qadişê-Bamernê, bajarokên Çemankê, Bakirman, Bamişmiş, Dinartê. Tê gotin ku PDK wê hêza xwe ya leşkerî li van herêman bi cih bike û bi vî rengî hin girên li derdora van bajarokan kontrol bike.

Bicihkirina hêza leşkerî ya PDK'ê li van herêman weke hewldanek ji bo tengavkirin û dorpêçkirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gerîlayên azadiyê tê dîtin. Nûçegihanên me yên li herêmê destnîşan dikin ku bicihkirina hêzên leşkerî li herêmê dibe ku bibe sedem ku hin bûyerên metirsîdar rû bidin.

Herêmên ku pêşmerge lê bi cih bûne û wê lê bi cih bibin di heman demê de herêmên ku gerîla lê ne.