Pasdarên Îranê 2 kolberên din kuştin

Pasdarên Îranê li ser sînor gule li kolberan reşandin. Di encamê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan.

Kolberên ku ji bo debara xwe bikin li ser sînor bar hildigirin, careke din bû hedefa pasdarên Îranê. Ji ber êrişa pasdaran 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku bûyer li herêma Şîno qewimiye û di encamê de kolberên bi navê Hakan Mihemed Zade û Wesîm Ferdîn Zade jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha hate ragihan din ku hê cenazeyê herdu kolberan radestî malbata wan nehatiye kirin.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan, tenê meha Mijdarê ji ber êrişên çekdarî yên pasdarên Îranê 6 kolberan jiyana xwe ji dest dane û 5 kolber jî birîndar bûne.