Partiyên siyasî yên li Kerkûkê: Ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê pêwîste çalakî berfireh bibin

Bi armanca şermezarkirina êrişa dagirkerî ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çend partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Partiyan banga berfirehkirina çalakiyan kirin.

Îro saet 11:00 li gorî welat bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst çend partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li Navenda Meclisa Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê ya Herêma Kerkûkê hatin ba hev û civînek li dar xistin. Piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hat dayin û êrişa dagirkeriyê hat şermezarkirin.

Hevserokê Meclisa Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê Komel Sermed li ser navê hemû partiyên ku tevlê civînê bibûn daxuyanî xwend ku tê de hatibû gotin, “Em wek Tevgera Azadî me xwe berpirsiyar zanî û me pêwîst dît ku em hemû partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê ji bo ku helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ragihînin vexwînin. Wek beşek ji partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê me li ser çend xalan li hevkir.”

Sermed her wiha da zanîn ku di civînê de wek beşek ji partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê me li ser hin xalan li hev kiriye ku wiha ne:

“1- Em wek partiyên Kurdistanî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û ev êrişane binpêkirina serweriya Iraqê û li dijî hemû yasayên navnetewî ye.

2- Daxwaz ji her du hikumetên heêrma Kurdistanê û Iraqê dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, giliyê li Neteweyên Yekbûyî bikin.

3- Ji bo yekrêziya gelê Kurd û partiyê siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Kerkûkê, em daxwaz ji partiyên siyasî dikin ku yekrêziyê biparêzin û em li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê careke din bicivin.

4- Daxwaz ji çalakvan, mamosteyên zanîngehan, kesayetiyan û hemû çîn û kesimên civakê dikin ku ji bo pêşî li dagirkerî û rijandina xwîna zarokên niştîman çalakiyên xwe berfireh bikin da ku destketiyên ku bi xwîna bi deh hezaran şehîdan hatiye bidest xistin vala neçe. Ji bo wê daxwaz dikin ku ji bo rawestandina şer çalakiyên xwe berfireh bikin.”

Partiyên ku daxuyaniya hevpar dan wiha ne:

Hizbî Şûî Kurdistan
Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê
Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê