Partiyên Kurd ên li Kerkûkê nerazîbûn nîşanî hikumeta navendî dan

Partiyên Kurd ên li Kerkûkê, li ber plana hikumeta navendî ya Iraqê rabûn, ku dixwaze hilbijartinên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê taloq bike.

Rêxistinên partiyên siyasî yên Kurd ên li Kerkûkê, ji bo pêşnûmeya nû ya hikumeta navendî ya Iraqê ku li ser hilbijartinên meclîsa Kerkûkê amade kiriye binirxînin, li hev civiyan. Civîn li avahiya Partiya Komunîst a Kurdistanê pêk hat û nûnerên payebilind ên hemû partiyên Kurdan ên li bajêr tevlî bûn.

Li dû civînê, Nûnerê Kerkûkê yê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) Aso Mamed daxuyaniya hevpar a çapemeniyê da û diyar kir, di pêşnûme qanûna Desteya Wezîran a Iraqê de ku pêşkêşî parlamentê kiriye, tê gotin, ku Kerkûk xwedî statuyeke taybet e û tê xwestin, hilbijartinên meclîsa bajêr bên taloqkirin.

Mamed ragihand, li gel statuya taybet a Kerkûkê, Mûsil û gelek wîlayetên din jî xwedî statuya taybet in û destnîşan kir, partiyên Kurd hem fikir in ku hilbijartinên meclîsa bajêr neyên taloqkirin û di dema xwe de bên kirin.

Mamed anî ziman, li pişt biryara ku tê xwestin bê dayin hesabên siyasî hene û da zanîn, ew jî bi Ereb û Tirkmenên li Kerkûkê re didin û distînin. Mamed got, "Em amade ne hemû nêrînan bigirin, lê belê sînorê hin tiştan hene. Ji bo Kerkûkê çi divê, em amade ne bikin."