Partiyên Kurd ên li Bakur wê bi hev re tevbigerin

Parlamenterê Kurd Necdet Îpekyuz got, di encama hevdîtinên navbera partiyên Kurd de biryar hatiye dayin ku di hilbijartinên xwecihî û mijara yekîtiya neteweyî de bi hev re tevbigerin.

HDP'ê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê li Bakurê Kurdistanê dest bi karên ji bo yekîtiya neteweyî kir, li aliyê Tirkiyeyê jî hewldanên xwe yên ji bo avakirina eniya demokrasiyê zêde kir.

Partiyên Kurd demeke dirêj e ji bo hevkariyê li hev rûdinên. Yek ji xalên ku destpêkê li ser li hev kirin, mijara zimanê dayikê bû. Di vê çarçoveyê de Platforma Zimanê Kurd hate avakirin.

Vê carê jî li ser tifaqeke berfireh a ji bo hilbijartinên xwecihî rawestiyan. Di hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîranê de tifaqeke qismî hatibû kirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê tifaqeke berfireh pêk hatiye. Ev tifaq, piştî avakirina Platforma Zimanê Kurdî gava duyemîn a herî girîng e. Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî girîng tê dîtin.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ku di nava karê tifaqê de cih digire, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir, bi partiyên Kurd re li ser bingeha Yekîtiya Neteweyî hevdîtin hatine kirin.

Îpekyuz got, "Dema ku me dest bi hevdîtinan kir, bivê nevê hilbijartinên xwecihî kete rojevê. Lê belê beriya hilbijartinên xwecihî sekneke hevpar hate nîşandan. Biryar hatin dayin ku di mijara zimanê dayikê de karekî hevpar bê kirin û di hilbijartinên xwecihî de hewldaneke hevpar bê nîşandan."

Îpekyuz anî ziman, wan bi partiyên Kurdan hevdîtin kirine û wiha dewam kir: "Rexne hatin kirin, lê partî hemû bi çêkerî nêzîk bûn. Hate ragihandin ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn pêvajoyeke zehmet heye û li hev hate kirin ku di vê pêvajoyê de bi hev re tevbigerin."

Îpekyuz ragihand, di vê çarçoveyê de bi Tevgera Azadî, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD), Partiya Azadî û Mirovan, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê (PDK-T) re tifaq çêbû.

Li gorî Îpekyuz, wê 7'ê Çileyê roja Duşemê daxuyaniyeke hevpar bê dayin û tifaq bê ragihandin.