Partiyên Kurd di bin sîwana HDP'ê de tevlî hilbijartinê dibin

Partiyên Kurd ji bo hilbijartinên xwecihî biryara tifaqê dan. Partiyan daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd em gaveke dîrokî diavêjin."

Partiyên Kurd ji bo hilbijartinên xwecihî tifaq kirin û biryar dan ku di bin sîwanê HDP'ê de tevlî hilbijartinê bibin. Biryar li Amedê hate eşkerekirin.

Di destpêka civîna çapemeniyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.

Bûldan diyar kir, ji bo eşkerekirina tifaqeke li ser paşeroja demokratîk û azad a gelê Kurd ew li hev civiyane û got, bi tifaqa ku îro eşkere dikin re ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd ew gaveke girîng diavêjin.

Bûldan got, "Ev yek asteke girîng û hêja ye. Hêvî û bendewariya gelê me ji me ev e. Gelekî girîng e ku ev tifaq tenê di hilbijartinê de nebe û rê li ber yekîtiya neteweyî ya pêkhateyên siyasî yên gelê Kurd veke. Gelê me daxwaza yekîtiya neteweyî ji me dike. Ji Qazî Mihemed heta Mele Mistefa Barzanî, ji Mazlûm Dogan heta Vedat Aydin, ev yek deynê me ye. Mîrateya hêja ya wan e ku ji me re hiştine. Erk û berpirsyariya me ye ku em xwedî li vê mîrateyê derkevin. Ji ber vê yekê em îro li vir in û bi hev re ne."

TIFAQA HILBIJARTINÊ YA KURDISTANÎ

Bûldan piştre metna hevpar a partiyên Kurd eşkere kir.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, "Hilbijartinên xwecihî ji ber ku hîmên bingehîn ên demokrasî û desthilatdariya xwecihî ye, ji bo me Kurdan ji xwe girîng in. Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an jî ji ber sedemên li jêrê hatine destnîşankirin, hîn girîngtir in.

1- Bi bicihbûna sîstema Serokatiyê re Meclîs tevizî, lewma rêveberiyên xwecihî hîn bêhtir girîng bû.

2- Partiyên sîstemê yên tekparêz, bi desthilatdarî û mûxalefeta xwe, operasyoneke xapandinê li dijî gelê me dikin, hewl didin baweriya mirovan bişikînin ku bêjin 'deng bidim an jî nedim ferq nake, ji xwe wê qeyûm tayîn bikin', bi vî rengî gel ji siyaset û sindoqê vegirin û bi van polîtîkayan êrîşî siyaseta Kurd û gelê me dikin.

3- MHP û lîderê wê Bahçelî ji bo Kurdan got, 'Eger di hilbijartinên xwecihî de li cihên qeyûm hatine bicihkirin ji nû ve bi dest bixin, wê hin daxwaz zêdetir bibin. Ev yek jî wê Tirkiyeyê ber bi aliyekî cuda ve bibe. Ji bo pêşî li vê were girtin, em eşîran bixin dewrê'. Bi vê nêzîkatiyê re di polîtîkaya windakirina Kurdan de israr dikin.

4- Desthilatdariya AKP'ê ku bi sîstema Serokatiyê re veguheriye rejîma yek şexsî, ji ber ku dikare bi îradeya gelan di hilbijartinên rewa û demokratîk de ji holê bê rakirin, tifaqa hilbijartinên xwecihî ya berfireh a Kurdistanî xwe ferz dike.

Gelê me yê hêja; tifaqa me vê yekê ji raya giştî ya Kurdistanê-Tirkiyeyê û Cîhanê re radigihîne;

a- Partî û tevgerên me yên mohra xwe danîne binê vê metnê, îlan dikin ku hilbijartinên xwecihî de Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî ava kirine û di bin sîwanê HDP'ê de tevlî hilbijartinê dibin.

b- Li dijî formula 'Bi Kurdan bide winda kirin, winda bike' ya Tifaqa Cûmhûr ku di desteserkirina îradeya gelê me de israr dike, Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî wê bi formula 'Bila gelê me bi ser bikeve, bila tifaqa me bi ser bikeve, bila Kurd bi ser bikevin' tevbigerin û hewl bide di hilbijartinên xwecihî de encameke xurtir bi dest bixe.

c- Bi Tifaqa Hilbijartinê ya Xwecihî ya Kurdistanî re ji bo tevkarî li zindîbûna siyaseta demokratîk a sivîl a li Kurdistanê bê kirin, em ê hîn bêhtir bixebitin. Ya herî girîng jî li dijî êrîşên li ser destketî û nirxên neteweyî yên gelê me, em ê bi hev re li ser bingeha demokratîk sivîl li ber xwe bidin.

d- Bi Tifaqa Hilbijartinên Xwecihî re em dixwazin di nava partî û tevgerên xwe de, bi taybetî jî di nava gelê xwe de çanda hevkariya demokratîk a neteweyî xurt bikin û feraseta 'Partiyên Kurd nikarin di nava xwe de tifaqê bikin', di çarçoveya daxwazên gelê xwe de bi Hilbijartinên Xwecihî jî be, ji bo vê gavê ji holê rakin. Tifaqa Cûmhûr (AKP-MHP) ji bo berjewendiyên partiyê dibêjin, 'nabe ku em ji hev bixeyidin, lewma em tifaqê çêdikin' û bi vî rengî li hev dike. Di rewşeke wiha de em jî partî û tevgerên Kurd, taybetmendiyên xwe yên cuda datînin aliyekî û ji bo Hilbijartinên Xwecihî di xalên hevpar de tifaqê dikin.

e- Xala herî girîng a hevpar jî ew e, ku di serî de perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê, daxwazên demokratîk ên gelê xwe li şaredariyan bi sekneke neteweyî demokratîk nîşan bidin; li qadaên xwecihî xizmetê ji gelê xwe re bikin.

f- Em daxwaza partiyên me yên din ên Kurdistanî yên dixwazin bi rengekî cihê tevlî hilbijartinên xwecihî bibin weke mafekî demokratîk dibînin û hurmetê nîşanî îradeya wan didin. Heta kêliya dawî em ê hewl bidin bi partiyên xwe yên din re jî tifaqê bikin û banga xwe ya di vî warî de didomînin.

g- Em dixwazin bêjin, avabûna tifaqa hilbijartinên xwecihî ya HDP'ê li Tirkiyeyê bi hêzên demokrasiyê yên berfireh re, gelekî girîng dibînin.

Bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.

Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) - Tevgera Îslamî ya Kurdistanê

Demokratik Bölgeler Partisi (DBP) - Partiya Herêman a Demokratîk

Devrimci Demokratik Kürt Derneği (DDKD) - Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger

Halkların Demokratik Partisi (HDP) - Partiya Demokratîk a Gelan

İnsan ve Özgürlük Partisi (PİA) - Partiya Azadî û Mirovan

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

Platforma Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Partiya Demokrat a Kurdistanê -Türkiye PDK-T."