Partiya Îslamiya Kurdistan: Alternatîf HDP ye

Partiya Îslamiya Kurdistan ragihand ku wê di hilbijartinan de piştgiriyê bide  îtifaqa Kurd-HDP’ê.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha destpê dike; “Ji bo hilweşandina dîktatoriyê alternatifa tekane îtifaqa Kurd e em ê piştgiriyê bidin îtifaqa Kurd.” Di dewama daxuyaniyê de Serbilind balê dikêşe li ser bingehê asimîlasyon, tunekirinê ya dewleta Tirk.

‘LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ DENG BIDIN HDP’Ê...’

Di daxuyaniyê de qala qirkirina siyasî tê kirin û ev peyam hate dayîn;

“Prensîba me ya bingehîn biratî û yekîtiya netewî ye û parastina van prensîban ji bo me meseleya jiyanî ye.(.....) Avakirina îtifaqa Kurd di nava HDP’ê de em baş dibînin. Di van hilbijartinan de li dijî dîktatoriya yek zilamî ya faşîst wê îtifaqa Kurd  ji bo gelê me bibe hêviyek.

Em Partiya Îslamiya Kurdistan em piştgiriyê didin  HDP’ê û Tifaqa ku her kesî vedihewîne. Endamên partiya me, sempatînzanên me û hemû heskirinên me hemû gelê Kurd li dijî dîktatoriya faşîst biçin ser sindoqan dengê xwe bide îtifaqa Kurd, degê xwe bide HDP’ê.”