Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li Geverê civîna gel lidar xist

Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li navçeya Gever a Colemêrgê civîneke girseyî li dar xist.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinan xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê didomînin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran civînên gel tên organîzekirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Parlamentera Wanê Gulderen Varli, Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Parlak, endamên Meclîsa Partiya Çepên Kesk û HDP’ê tevlî civîneke gel bûn ku li saloneke dawetê ya li navçeya Geverê hat lidarxistin.

Civîn ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir.

Hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr axaftina vekirinê kir û diyar kir ku di hilbijartinên 14-28’ê Gulanê de encama ku dixwestin ne wergirtin û destnîşan kir ku wê hîn zêdetir bixebitin.

Piştî axaftinan civîna bi gel ji çapemeniyê re girtî dewam kir.