Partî û saziyên Kurd li dijî ambargoyê li Mexmûrê ne

Nûnerên KCD, HDP, PÎA û Partiya Azadî, serdana Kampa Mexmûrê kirin ku ambargo li ser heye.

Heyeta ji partiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê ya ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Serokê Partiya Însan û Azadîyê (PÎA) Mehmed Kamaç, endamê Rêveberiya Partiya Azadî Cemal Sati, , Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevserokên Nûnertiya HDP’ê yên Hewlerê pêk dihat serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin.

Heyet ji aliyê Hevserokên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Hevşaredarên Wargehê ve hatin pêşwazîkirin. Piştre heyet derbasî Meclîsa Gel bû û li wê derê li ser rewşa dawî ya kampê bi Hevserokên Meclîsa Gel û Hevserokên Meclîsa Îştarê re axivîn.

Heyet dûre derbasî "Saziya Malbatên Şehîdan" bû û li wê derê ji aliyê bi sedan şêniyên wargehê ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê xelkê Mexmûrê, Hevserokê Meclîsa Gel Hecî Kaçan xêrhatina heyetê kir û ji bo serdanê spasiya wan kir.

Piştre Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk axivî. Ozturk ji bo pêşwazîkirinê spasiya şêniyên kampê kir û got: "Wek tê zanîn gelê Mexmurê wek gelê Botanê di salên 1990’an de ji ber zilma dewleta Tirk berê xwe da Başûrê Kurdistanê û serî ji zilma dewleta Tirk re netewand. Çiqas Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava xistibin çar parçe, lê ji bo gelê Kurd Kurdistan yek parçeye. Em nahêlin me ji hevdû veqetînin. Em wek Kongra Civaka Demokratîk û wek partiyên Bakur, ji nêz ve rewşa Mexmûrê dipirsin û hewldanên me berdewamin. Ev ambargo û êriş nayên qabûl kirin. Pêwîste Kurd bi Kurdan re dijminahiyê neke. Li ti devera cîhanê dewletek dostê Kurdan nîne. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî îrade, dewleta Tirk dijminahiyek mezin dike. Pêwîste em Kurd dijminê xwe nas bikin. Çend caran Mexmûr hat bombebarankirin lê ti dewletek hesab jê nexwest."

'JI BO RAKIRINA DORPÊÇÊ EM DI NAVA HEWLDANAN DE NE'

Paşê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî têkildarê hatina wan a Mexmûrê axivî. Acar da zanîn ji bo tifaqa netewî ew hatine Başûrê Kurdistanê û wiha got: "Dema ku em hatin Başûr me got em serdana gelê xwe yê Mexmûrê jî bikin. Ji ber ku îro Mexmûr hem ji aliyekê ve dibin dorpêçê de ye û hem jî êrişên DAIŞ’ê li ser hene. Dema ku em hatin li vir me dît ku gelê Mexmûrê di nava şert û mercên zehmet de jiyan dikin û xeteriyek mezin li ser jiyana wan heye. Ji bo rakirina dorpêç û ambargoyê em di nava hewldanan de ne. Em dixwazin dengê Mexmûrê bigihînin her derê."

'ÇI JI DESTÊ ME WERE EM Ê BIKIN'

Serokê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî diyar kir ku ewê heya dawiyê ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê di nava hewldanan de bin û tişta ji destê wan were ewê ji bo Mexmûrê bikin.