Partî û Çepên Kerkûkê ji bo 1’ê Gulanê meşek lidar xistin

Çendîn partî, rêxistin û kesayetiyên çep ên bajarê Kerkûkê bi wesîleya 1’ê Gulanê ji bo mafê çîna karkeran meş û mîtîngek lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên “Em çîna karker li dijî zaliman in” hatin berzkirin.

Îro li bajarê Kerkûkê bi minasebeta nêzîkbûna roja 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, 7 partiyên siyasî, 2 sendîka û çendîn rêxistin û kesayetiyên çep ên bajêr li ber şaredariya Kerkûkê hatin ba hev û bi lidarxistina meşê bal kişandina li ser mafê çîna karker û xizan.

Hizbî Şûî ya Kurdistan û Iraqê, Hizbî Şuî Karkerên Kurdistanê, Tevgera Azadî Komelgeha Kurdistanê, Hizbî Zehmetkêşan a Kurdistanê, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Hevpeymaniya Niştîmanî û Meyla Demokratî, weke partî; Rêxistina Azadiya Jinan li Iraqê, Rêxistina Bîme (Sîgorta), Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Parêzgeha Kerkûkê, Yekîtiya Encûmen û Sendîkaya Karkerên Iraqê weke rêxistin û çendîn kesayetiyên çep ên Kerkûkî tevlê meşê bibûn.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên wek “Em çîna karker li dijî zaliman in” li ber şaredariya Kerkûkê destpê kir û heta bi çerxerêya Parêzgeha Kerkûkê dom kir. Li wir meş veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de ku bê navber dirûşmeyên di çarçoveya 1’ê Gulanê dihatin berzkirin de li ser navê girseyê daxwaznameyek hat xwendin û radestê her sê serokatiyên Iraqê û parêzgeha Kerkûkê hat kirin.

Çalakvanê sivîl û Rojnamevan Bextiyar Mihemed li ser navê çalakgeran daxwazname xwend û got, “Bi wesîleya Roja Karkeran a Cîhanê em hemû çîna karker li hemû cîhanê, li Iraqê û bi taybetî li yê Kerkûkê pîroz dikin. Ji wir ji bo mafê çîna karker, em daxwaznameyekê arasteyê her sê serokatiyên Iraqê û parêzgeha Kerkûkê dikin.”

Mihemed di dawiyê de diyar kir ku ew jbo pêşî li qeyrana zêde ya bê çareserî û berdewamiya zilm, bê edaletî û gendelî ya ku wê encama wê felaket be çend xalan arasteyê rayedarên pêywendîdar dikin.

Di 10 xalên hatin rêzkirin de bi giranî bal hat kişandin li ser dabînkirina rewşa wekhev ji bo hemûyan û bi taybetî jinan, her wiha mafê xwe rêxistinkirina sendîkayan, betalkirina yasayên ku li pêşiya mafên kedkar û karkeran astengiyên mezin çêdikin û derxistina yasayek ya ji bo tinekirina gendeliyê ku belavî piraniya dezgehên dewleta Iraqê bûye.