Parlementoya Hewlêrê banga civînê kir

Nerazîbûnên li hemberî dek û dolabên di hilbijartinên 12’ê Gulanê de didome, 43 parlementeran bangî parlementoya herêmê kirin ku bila bicive.

Hilbijartinên giştî yên Iraqê di 12’ê Gulanê de hate kirin. Nerazîbûnên li hemberî hilbijartina li Başûrê Kurdistanê didome. Parlementerên Goran, Yekgirtû, Komeleya Îslam, Partiya Komunîst û Tevgera Îslamî diyar dikin ku dek û dolab hatine kirin. Di vê çarçoveyê de 43 parlementer ji bo lêkolîna sextekariyan bangî parlementoyê kirin ku bila bi awayekî lezgîn bicive.

Piştî hilbijartinanan şeş partiyên derveyî PDK û YNK’ê bi hinceta ku dek û dolab di hilbijartinê de hatiye kirin, xwestibûn ku bila deng ji nû ve werin hejmartin.

Beriya ku îtîraza partiyan bi cih were, Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê encam eşkere kir lê nerazibûnên li hemberî sextekariyê didome.

Ji bo civîneke lezgîn bangî parlementoya Bexdayê jî hate kirin. Demek berê 81 parlementerên Parlementoya Iraqê ji bo nîqaşkirin û zelalkirina encamên hilbijartinê bangî serokatiya parlementoya Iraqê kiribûn ku bila civînek were lidarxistin.