Parlamenterên Iraqê: Divê lêpirsîn li hêzên Tirkiyê bê vekirin

25 parlementerên Iraqê daxwaza avakirina komîteyek ji bo lêkolînkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê kirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên di 23’ê Nîsana 2021’an de li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dabûn destpêkirin, dewam dikin.

Ligel hemû bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkirinê ve, bertekek ji parlamenterên Iraqê hat.

25 parlementerên Iraqê daxwaza avakirina komîteyek ji bo lêkolînkirina hebûna Emerîka û dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kirin.

25 parlementerên Iraqî ji bo lêkolîna hebûna hêzên biyanî li nav axa Iraqê metnek ji sê xalan pêşkêşî serokê parlamentoya Iraqê kirin.

Daxwazên di metnê de wiha ne:

“* Lêkolîna hejmara hêzên Emerîkî û şêwirmendên wan.

* Der barê hebûna Tirkiyeyê li herêmê lêkolîn bê kirin û lêpirsîn li artêşa Tirk were vekirin.

* Lêpirsîna MOSSAD‘ê ya der barê êrîşa Îranê ya li dijî Hewlêrê de."

Di metnê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li xaka Başûr 5 baregeh û 38 bendên leşkerî hene.,