Parlamenterên HDP'ê çûn serdana şîna Mîr Perwer

Parlamenter û rêveberên HDP'ê yên Mûşê bi girseyî çûn serdana şîna Mîr Perwer ê li Parîsê hat qetilkirin.

Cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ku di 23’ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de tevî endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) û Abdurrahman Kizil hatibûn qetilkirin, hate veşartin. Cenaze duh anîn Mûşê û di bin dorpêça cendirmeyan de hat veşartin.

Piştî veşartina cenaze, malbatê ji bo Mîr Perwer li Mala Sersaxiyê ya Mizgefta Navendîya Mûşê sersaxî danî.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Şevîn Coşkun, siyasetmedar Sirri Sakik û rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajaran çûn serdana malbatê û sersaxî xwestin.